Serokê Kurdish FC spasîya Bextyar Weys kir

Serokê klûba Kurdish FC spasiya Bextiyar Weîss kir ku alîkariya wî ya aborî û manewî kir û ev jî bû sedem ku xebatên xwe yên sporê di bin sîwana Navenda Rewanda Kurdistanî de pêk bînin

Mufîd Cewher serokê yaneya Kurdish FC li Berîtanya ji malpera fermîya Navenda Rewanda Kurdistanî re ragihand, ku Bextîyar Ways endamê desteya rêvebirinê û endamê komîteya giştîya konfederalîya rewanda Kurdistanî bi alîkarîya xwe ya darayî û giyanî bo yaneya wan bûye egerê ewê çendê ku ew di bin sîbera navenda Rewend a Kurdistanê de bin û çalakîyên xwe yên werzişî li Brîtaniya encam bidin 

Hêjayî bibîrxistinêye ku roja çarşemiya bûrî 27/7/2022, Tahir Hewramî serokê dîska Rewanda Kurdistanî li baregeha Barzanî pêşwazî li Mufid Cewher serokê  kurdish FC bi amadebûna Endamê Navenda Rewanda Kurdistanî Muzefer Ehmed kir

Hêjayî gotinê ye ku yaneya kurdish FC li Birîtanya yê di pileya yekem a NCFL de dilîze ku yaneya navdare bi gelek xelat û sernavên herêmî ye û di heman demê de xwandingeheka rahênanê bo lîzvanên Kurd heye û di destpêka damezrandina navenda rewanda Kurdistanî li Brîtaniya Bextyar Weiss roleka berçav di hevkarî û hevkarîya werziş û werzişvanên Kurd li welat de hebûye .

KDC

FREE
VIEW