Peyama Konfederasyona Rewanda Kurdistanî ya ji ber salvegera 34 ‘ an a Enfala Badînan

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro 34 zêdetir ji tawaneke din ya dagîrkeran li dijî gelê Kurdistanê rejîma dîktator ya berê ya Îraqê di 25ê Tebaxa 1988an de di berdewamiya kiriyarên zordar yên li dijî gelê Kurdistanê de di qonaxa dawî ya bernameya Enfalê de bi hezaran zarokên Kurdistanê li devera Badînan ya hezkirî kuştin û bi sedan gund wêran kirin

Em di vê salvegera xemgîn de silavên xwe pêşkêşî giyanên pakên şehîdên komkujîya Enfalê ya Badînan û hemû şehîdên rêya azadîyê û serxwebûna kurdistanê dikin.. em daxwazê ji hukûmeta Iraqê dikin ku berpirsyarîya hemû tawanên li dijî gelê kurdistanê bibîne û xêzan û gelê kurdistanê qerebû bike

Ew karesatên trajedîk û jenosîdên dagîrkerên Kurdistanê hertim li dijî îradeya gelê Kurdistanê bûne, dudil nebûne ku tawanên dijî mirovatiyê li dijî gelê Medenî encam bidin, zagonên navnetewî û zagonên mafên mirovan binpê kirine, bi her awayî hovane li dijî gelê Kurdistanê rawestiyane
Di vê salvegera xemgîn de silav li şehîdên Enfalên Badînan û hemû şehîdên rêya rizgarîya kurdistanê

Konfedrasiyona Rewanda Kurdistanî
25 / 08 / 2022

KDC

FREE
VIEW