li ser kuştina Jîna Amînî navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê nameyek ji serokwezîr re şand 

 Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê ji serokwezîr, serokê parlamentoyê, seroka Partiya Sosyalîst a Çep (SV) û Rêxistina Efûyê ya Mafê Mirovan a Norweçê re nameyek şand û kuştina Jîna Emînî û welatiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir. 

Mixabin di 16 ‘ê Îlonê de keça Kurd a Rojhilat Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsekî “exlaqî” yê bêguneh ve hat şehîdkirin. Şehîdbûna rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Kurd û hemû Îranîyan ve bûye sedema nerazîbûnan û heta roja me ya îro jî xwepêşandan berdewamin û di encamê de gelek şehîd û birîndar û girtî çêbûne 

Di evê peywendîyê de navenda Kurdistan-Norwej çendîn çalakîyên diplomatîk encam daye û kariye partîya sosyalîsta çepa Norwej SV li gel çend parliyamenter û serkirdeyên evê partîyê bihîne ser xêncî ewê çendê ku ew kiryara dijî mirovane û şandina nameyekê bo wezîrê derve û komisiyona peywendîyên nêvdewletîya parliyamenta Norwejê bala wan kişandiye û piştevanîya wan ji bo evê pirsê kiriye 

Seroka Partiya Sosyalîst a Çepgir a Norwecê (SV) û çend endamên parlamentoyê di bersiva nameya Navenda Rewanda Kurdistanî de ku karesat şermezar kirin, piştgiriya xwe ji bo doza Kurd û pirsgirêka jin û mafên mirovan nîşan dan 

Di heman demê de serokwezîrê Norwecê, serokê parlamentoyê û wezîrê karê derve kuştina Jîna Emînî ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi tundî şermezar kir û her wiha şaxê Norwecê yê efûya mafên mirovan ku cara duyemîn e kiryara dij mirovî şermezar dike 

“Wî got, “Xebat û çalakiyên dîplomatîk yên Navenda Rewanda Kurdistanî di vî warî de dê berdewam bin” 

Navenda Rewanda Kurdistanî ya Norwecê 

Mesûd Nasirî – serokê beşê ragihandinê û ragihandinê 

25.09.2022

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Yûnanistanê xwe amade dike ku cenazeyên du ciwanên Kurd vegerîne 

KDC

Li Rojava daxwaza çareserkirina dosyeya girtiyê DAIŞê tê kirin

KDC

Şevger Zaza Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

KDC
KDC

FREE
VIEW