Îro li Parlamento ya Swêdê paneleke li ser serhilda xelkê rojhilatê Kurdistanê û li Îranê birêve çû.
Panrl ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistan Îran Komîteya Swêd û Partiya Lîberalên Swêd ve hatibû amadekirin.


Gotûbêjek pir balkêş ku tê de panelîst bi geşepêdana tevlihev a bûyerên ku niha li welêt diqewimin ji perspektîfên cûda ve mijûl bûn.
Semînervanê Panelê Kak Xalid Ezîzî berdevkê KDPI, Magnus Norell pispor û lêkolînerê Rojhilata Navîn, Hans Ekström –Parlamenterê Partiya Sosyaldemokratan û Fredrik Malm Parlamenterê Partiya Lîberalên Swêd bûn.


Babeta civînê agahdarî li ser rewşa dawî ya serhildana xelkê Kurdistana Rojhilat û Îranê bû. Civînek balkêş û watedar bû. Cîvîn bi moderatoriya Mardî Hêja Baban re birêve çû. Nûnerên Fedrasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd jî beşdarî li panelê kir.



