Bo cara yekê piştî pênc salan ji referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê, filmê dokumanter bi navê “Çima Referandom” dê ji aliyê Navenda Rewanda Kurdistanî û Ajansa Pêşmerge ya Navnetewî bo Kar û Barên Mirovî bi sponseriya Kenala Televiziyona Kurdistan TV were weşandin
Ev kurte belgefîlm behsa trajediyên Kurd û Kurdistanê dike ku tê de hin rêber, kesayetiyên siyasî, leşkerî û medenî vê mijarê nîqaş dikin
Bi sponsoriya Kurdistan TV wê wergera Sabbatitel bi zimanên Îngilîzî û Erebî bê weşandin.
Hêjayê gotinê ye ku ev kurte fîlma han yekem car pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye kirin û pişt re jî ji derve ve li bajarên Kurdistanê tê nîşandan