Bi vîdeo: Axaftina Navenda Rewanda Kurdistanê li Neteweyên Yekbûyî

Berpirsê Navenda Rewanda Kurdistanî-Swîsre Sîran Kakewla Kerîm di Foruma Neteweyên Bê Dewlet a li bajarê Swîsre Cenevreyê de bi Kurdî:

Birêzan, beşdaran di Forûma Neteweyî û Hûrgelan de

Dîroka gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi jenosîd an jî jenosîdê tije li her çar parçeyên Kurdistanê di sedsala bîstemîn de bi sed hezaran û heta bi milyonan kurd hatin kuştin û koçberkirin ev siyaset hê jî li çar parçeyên Kurdistanê birêve diçe

Li Iraqê di seranserê rejîma Berê ya Baasê û desthilata Sedam Huseyîn de Kurd bi dehan salan bûn qûrbanê polîtîkayên nîjadperest ên rejîmê, ji Xaneqînê heta Zaxo, qirkirin, Enfal, çekên kîmyewî û bêcihûwariya li dijî Kurdan 

31 Temmuz 1983 Jenosîd kirina gelê kurd li iraqê destpêkir û ta 1989 berdewam kir.

Di serdema Sedam Hisên de kurd bi awayekî sîstematîk hatin çewisandin û hin welatan di navbera salên 1986 û 1989’an de komxebata leşkerî ya Enfalê ya li dijî Kurdistanê li Iraqê wek jenosîd bi nav kirin. 

 Tê texmînkirin ku di kampanya Enfalê ya Partiya Baas ê de li herêmên Kurdan 182 hezar Kurd hatine qetilkirin û windakirin Bûyereke taybet ku bi navê bajarê Helebce yê sala 1988’an tê naskirin û ji ber jehra kîmyewî 5 hezar kes mirin. 10 hezar Kurd birîndar bûn, di bin destê rejîma baas a berê de û Kurdên Faîlî rastî marjînalîzasyoneke sîstematîk û cudakariya dewletê hatin û nêzî 300 hezar Kurdên Faîlî ji aliyê rejîma Baas ve hatin sirgûnî Îranê hatin kirin 

Piştî roxankirina rejîma Baasa Iraqê di sala 2003 de destûreka nû Ku ji prensîbên federalizmê û pluralizmê û demokrasîyê pêk dihê û di sala 2005 de bi rêya referandomeka cemawer hat derxistin û danîna evê destûrê (2005) dîrokeka dûr nîşan da , ev dirêjîya civaka Iraqê ye, rêzê li mafên mirov û azadîyên bingehîn digire, demokrasîyê li pêş dixe û hemû pêkhatên demografîkên Iraqê bê cudayî diparêze , maddeya 125 a destûra nû jî dibêje, ku ev destûra han mafên îdarî, siyasî û kulturî û mafên destûrî û kulturî misoger dike.  Perwerdeya neteweyên cuda yên weke Tûrkoman, Keldanî, Asûrî û hemû pêkhateyên din bi qanûnan tê birêvebirin 

Li aliyê din piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser kêmnetewan di sala 2014 ‘an de ji bo parastina pêkhateyan ji êrîşên cudakariyê yên din, Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Iraqê di sala 2015’an de qanûnek derxist û tê de behsa xalên Danezana Neteweyên Yekbûyî ya mafên kêmnetewan û xala 1’emîn a Civata Giştî dike ku ji bo parastina hemwelatîbûn, etnîk, çandî, olî û ziman tedbîrên qanûnî û guncawtir bigirin. Bisekine.

Tevî pesendkirina destûreke nû, kêmnetew di hundirê welat de hest bi lawazbûnê dikin û derketina DAIŞ’ê di sala 2014’an de careke din bûye sedem ku kêmnetew rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan bên û neçarî sirgûnê bibin. Ez dixwazim bala we bikişînim ser vê derê ku heta roja me ya îro rewşa kêmnetewan di metirsiyeke mayînde li ser Iraqê ye 

Beşdarên hêja di vê forumê de divê em li bandorên neyînî yên îdeolojiya tundrew binêrin û rê li pêşiya rihê tolhildanê ku di aramiya hemû pêkhateyan de bê cudahî hatiye nîşandan bigirin û tekez bikin ku qebûlkirina hev tekane rêya avakirina dewleteke xurt e .

KDC

FREE
VIEW