Konfederasyona Rewanda Kurdistanê dest xweşî li Hewlêr û Naşvîlê kir 

Nûnerê Konfederasyona Rewanda Kurdistanê li Amerîka û Kanadayê dîsa li gel şêwirmendê bilind yê wezareta derve ya Amerîkayê bo karûbarên Îraqê civiya 

Rehîm Reşîdî nûnerê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanê li Amerîka û Kanada di hevdîtinekê de ligel Gregory Sullivan şêwirmendê wezareta derve ya Amerîkayê bo karûbarên Iraqê û giringî û giringiya peywendiyên Kurdistanê û Amerîkayê behsa azadiya ol û pêkhateyan li Kurdistanê jî kir.

Nûnerê wezareta derve pesnê çanda jiyana bi hevre jiyanê li Kurdistanê da û Hewlêr weke nimûneyeke serkeftî ya bihevre jiyan û aramiyê bi nav kir 

Di beşekî dinê evê dîdarê de bi berfirehî behsa prosesa xwîşk û biraya navbera Hewlêrê û Naşvîlê hat kirin û behsa giringî û destkevtên herdu alîyan ên wek aborî, bazirganî, kulturî, perwerdeyî û geştevanîyê hat kirin. 

Biryare di meha Gulana îsal de şandeke fermî ya bajarê Naşvîlê serdana Hewlêrê bike û bi fermî nunerê konfedrasiyonê hatiye vexwendin 

Ji bilî nîşandana şadbûna xwe ya di evê kombûnê de, biryar dan ku bi hev re kar ji bo baştirkirina peywendîyên navbera Amerîka û Kurdistanê bikin .

___

Swîsre : Komîteya Îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanî ya Xavûnê civiya  

KDC

bo cara yekem filmek belgefîlmli ser referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê weşandin 

KDC

Roja çand, huner û zanistê

KDC
KDC

FREE
VIEW