Di serdana komîteya rêvebirê konfedrasyona rewanda Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê de şandeya navhatî serdana serokatiya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê şandeke ofîsa serokayetiyê ve hat pêşwazîkirin
Şanda Konfedresyona Rewanda Kurdistanê bi serokatiya Îsmaîl Kamil serokê konfedresyona rewanda Kurdistanê serdana nivîsîngeha serokatiya herêmê ya li Hewlêrê kir û ji aliyê Taha Berwarî û şandeke nivîsîngeha serokatiya herêmê ve bi germî hat pêşwazîkirin
Di civînê de li ser rewşa Kurdistanê, pêwistiya xebatên lobî û zêdekirina dostan ji bo Kurdistanê danûstandin hatin kirin.
Di dawiyê de Taha Berwarî li nivîsîngeha serokayetiya herêmê li gel nirxandina kar û çalakiyên Konfedresyona rewanda Kurdistanê tekez li ser piştgîrî kirina çalakiyên rewanda Kurdistanê kir
Herdu alîyan li ser berdewambûna kombûnên xwe ji bo guherandina bîr û nerînan ji bo xizmetkirina doza herêma kurdistanê bi hev re berdewam bin .