Navenda Revenda Kurdistanî li Kanada li bajarê Toronto kongreya xwe li dar xist

Kongreya Navenda Kurdistanî li bajarê Toronto yê Kanada´yê bi amadebûna nûnerên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, nûnerên partiyên Kurdistanî û endamên navendê bi serkeftî bidawî hat.
Roja Yekşemê 02.04.2023´ê, bi amadebûn û serperiştiya nûnerê Konfederasyona Dîaspora Kurdistanê li Amerîka û Kanadayê Rehîm Reşîdî, konferansa Navenda Kurdên Diyaspora li bajarê Toronto yê Kanadayê bi serkeftî birêve çû.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo rêzgirtina li canê pakê şehîdên riya rizgariya Kurdistanê destpê kir. Piştre jî çalakvanê Kurd Sartip Kakeyî bixêrhatina nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û beşdaran kir, bernameya civînê xwend, piştre nûnerê Konfederasyona Kurdistanî Rehîm Reşîdî gotarek derbarê kar û projeyên herî dawî yên konfederasyonê pêşkêş kir.

Reşîdî spasiya beşdaran kir û xêrhatina wan kir û bername û pirojeyên netewî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî li cîhanê bi giştî, Amerîkaya Bakur, Ewropa û Rûsyayê bi taybetî şirove kir.
Nûnerê Konfederasyonê her wiha tekez kir ku Navenda Rvenda Kurdistanê wek navendeke civakî ya serbixwe kar dike ji bo xizmeta doza Kurdistanê, di heman demê de navend hewl dide ku hejmara herî zêde ya kurdan ji bo xizmeta doza me ya rewa bicivîne. bawerî bi ala Kurdistanê, Pêşmerge û sembolên netewî û tekoşîna rizgarîxwaziya netewî û tekoşîna aştiyane heye.

Reşîdî di beşeke din ji axaftinên xwe de balkişand li ser nifşên duyem û sêyem yên Kurd li derve û hewla dîtina cihê xwe di navenda sîstema Rojava de daku piştgîriyeke zêdetir ji doza rewa ya Kurdistanê re çêbikin. Her wiha behsa serdana dawî ya Komîteya Birêvebir ya Konfederasyona Kurdistanî bo Kurdistanê kir û di vê derbarê de bi Serok Mesûd Barzanî re civiya û amaje bi wê yekê jî kir ku daxwaz ji wan kiriye di çarçoveya yasayên wan welatan de xebat bikin û ruhê Kurdistanî di wan de bihêz bikin.
Piştre Dr. Ferîdûn Rehmanî, mamostayê zanîngehê û yekem serokê Mala Kurdî li Toronto û Ayboob Abdullapuri, çalakvan, behsa baştirkirina kar û projeyên Revenda Kurd li Kanadayê kirin. Piştre Serokê Mala Kurdan Çeto Wanî bang li hemû Kurdan kir ku bi giştî ji bo Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo Şoreşa Jînê xebat bikin.
Di beşa dawî ya konferansê de jî, beşdaran di atmosfereke azad û demokratîk de nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman.
Di beşa dawî ya konferansê de, heft endamên sereke û sê cîgirên endam ji bo birêvebirina karûbarên Navenda revenda kurdistanî li Toronto û deverên derdora wê hatin hilbijartin.

  1. Sartîp Kakeyî – Serokê Navendê
  2. Aybub Abdullapûr – Cîgirê Serokê Navendê
  3. Amir Mihemedî – Berpirsê Darayî
  4. Melûdî Qaderî – Berpirsê Pêwendiyên bi Kandayiyan re
  5. Elî Îshaqî – Berpirsê Pêwendiyên bi Kurdistanî re
  6. Payam Babazadeh – Berpirsiyarê Medyayê
  7. Ehmed Mihemedî – Berpirsê Rêxistin û Karûbarên Giştî

Rêhevalên li jêr wekî alîkarên navendê hatin wezîfedarkirin:

  1. Beşîr Sengawî
  2. Lalo Abdî
  3. Newzad Fexrî

Ji bilî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û pêkhateyên cuda yên Kurdistanî, nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Partiya Komunîst a Îranê û Mala Kurd a Toronto jî beşdarî konferansê bû.

KDC

FREE
VIEW