Konfederasyon Revenda Kurdistanî Civînek li Bajarê Mûnster lidarxist .

Bi serperiştiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û bi amadekirina Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya û beşdariya hin Komele , Sazî, Çalakvan, Siyasetmedar, Rewşenbîr û Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrya û Cemawerek ji Revenda Kurdistanî li bajarê Münster, doh Duşemî 01.05.2023 li bingehê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster û di çwarçoveya Hevdîtin û seredanên xwede li seranserî Ewropa û bi taybetî li Welatê Almanya, konfederasyona Revenda Kurdistanî civîneke berfireh û vekirî lidarxist. Li despêkê Serokê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya rêzdar Nadir Doxatî bigermî bixêrhatina Mêhanan kir û sipasiya hatiba wan kir, piştî Xulekek rawestandin li ser giyanê pakê qurbaniyên Kurdistanê, Serokê Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster Dilbirîn Şingalî di kurte peyva xwede bixêrhatina Şandê Mêhvan kir û sipasiya hatina wan kir. Piştre Serokê Konfederasyonê rêzdar Dr. Îsmaîl Kamil sipasiya hatina Mêhvanan kir û liser rewşa Diyaspora Kurdistanî û qonaxên têde derbasbûyî ji roja damezrandina wê û heta îro û helsengandinda karê wê û destnîşankirina xalên lawaz axivîn û got ku ewê bi hemî şiyanên xwe çareseriya wan bikin, nemaza piştî hilbijartina wan weke Desteya nû ya Konfederasyonê, herwisa Rêzdar Kovan Amedî Sekreterê Konfederasyonê jî li ser heman babetî axivî û got ku ewê bi hemahengî û karê hebeşre çareseriya tev pirsgirêkan bikin ji bo Aktîvkirina Revenda me ya Kurdistanî li Diyasporayê. Piştî bidawîhatina Mijarên herdu Rêdaran dergehê gutûbêjan hate vekirin û yek bi yek li têbînî û pêşniyazên wan hate guhdarkirin û soz hatin dayîn ku ewê van Xalên lawaz çareser bikin ji bo xizmeta Revenda Kurdistanî da ku em li pêşerojê bikaribin bingeheke xurt ji bo ( Lobîyeke ) Kurdistanî damezrînin. Hejiye bînin zinan ku ev Civîn di Keş û Hewayekî pir ji Biratî û hestê Netewî û çanda lêburînê hate bidawîxistin.

Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî yekrêziya Mala Kurdistanî

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya
Kurdische Rat in Deutschland e.V.
2î Gulanê 2023

___

Jinên Kurd di demên berê de di her warî de ji jinên nûjen xwedî roleke erênîtir bûn

KDC

Sedriyan Bersiva Malikî Dane

KDC

Konfedresyona Revendî ya Kurdistanê pîrozbahî li Koma Kurdên Rojhilat kir ji ber endametiya wan a li navenda Revandê ya Kurdistanê 

KDC
KDC

FREE
VIEW