Şîfa Barzanî: Divê em piştgiriya doza rewa ya Kurd bikin û lobîyeke bihêz û bi bandor ava bikin

Serpereştyarê dîaysporaya kurd li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî, li gel hin kurdên Holendayê civinek pêkanî. Barzanî, amaje bi wê yekê kir ku divê her kes piştevaniya doza kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bike û bibe qada xebatê ji bo gihandina pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê di qada navdewletî. Ji bo doza kurdî ya rewa lobîyeke xurt bikin û bi bandorek mezin bo piştgiriyê ava bikin.
Roja 17.09.2023ê li Holenda, li nêzîkî Amsterdamê, Şîfa Barzanî serpereştiya Dîasporaya Kurdistanî li Baregeha Barzaniyê nemir, li gel diyasporayên Kurdistanî civiya û tekez li ser wê yekê kir ku divê hewla avakirina lobiyeke bihêz ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re bidin.
Di destpêka civînê de Serokê Navenda Diyaspora ya Kurd li Holendayê Saleh Mella Mustafa, gotarek pêşkêş kir û piştre serpereştyarê dîaysporaya kurd li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî, gotara xwe pêşkêşî beşdaran kir.
Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ew nehatine dijberiya ti kesî bike û pêwîst dît ku hemû kurd li vir bin û bi yek dengî bibêjin yan Kurdistan yan neman. “Tiştên ku dewletên dagirker li Rojhilata Navîn li kurdan kirine neheqiyeke mezin e. Vê yekê li pêşberî raya giştî ya navneteweyî dikin.
Serpereştyarê dîaysporaya kurd li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî ,di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser kongreya bê ya Konfederasyona Dîasporayên Kurdistanî û got: Kongreya duyemîn a Konfederasyona di sala bê de tê li darxistin ûdi xebat û çalakiyên xwe yên neteweyî û niştimanî de her berdewam bin.
Şîfa Barzanî evê yekê dubare kir got ku ne tenê bo armancên siyasî, her usa bo kulturî û rewşenbirî jî ye û hewla pêşxistina hîndekariyên zimanê kurdî didin û projeyek nuha ya li gel Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e û dê berfirehtir bibe.
“Em dixwazin bibin dengê gelê xwe yê bindest û piştgiriya doza gelê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê bikin û ji bo zêdekirina piştevaniyê, bibin sengerê ji bo gihandina pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê di qada navneteweyî de.” Werin em ji bo doza Kurdî ya rewa, lobiyeke xurt û bi bandor ava bikin.”
Paşê dergehê gotûbêj, pirs û pêşniyaran ji bo beşdaran hat vekirin û çend pirs û pêşniyar hatin pêşkêşkirin û ev yek jî zêdetir li gotûbêja civînê de geştir kir.
Hêjayî gotinê ye ku Kurdên ji Holenda û Belçîkayê, partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî û hejmareke berçav ji ciwan û jinan di civînê de beşdar bûn û kêfxweşiya her kesî bû.
Hunermedê hêja Brader, çend stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkeş kir û her usa koma folklora kurdî Zozan û Azadî jî, bi pêşkeşkirina govendên gelêrî ve civînê dewlementir kirin.

___

Polîsên Brîtanyayê: Teqîna Taksî Ya Li Lîverpoolê Terorîstî Bû

KDC

Lêkolînek: Alman Ji Penaberan Ditirsin

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanê-Wolfsburg ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanek li darxist 

KDC
KDC

FREE
VIEW