Çalakvanekî Siyasî Piştî Ku Xwe Radestî Komara Îslamî ya Îranê Kir Jiyana Xwe Ji Dest Daye

Li girtîgeha Îtlaata Bokanê, çend roj piştî girtina girtiyê siyasî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor nûçeyeke rêxistina Mafên Mirovan di roja şemiya bihorî de çalakvaneke siyasî ya Kurd bi navê Şoreş Xizirzade ji bajarê Bokanê ku çend sal e li Herêma Kurdistanê dijiya û xwe radestî Hêzên Pasdaran li sînorê Bane kiriye û piştî girtinê ew bo zîndana Bokanê hatiye veguhestin.

Li gorî çavkaniyekî nêzî malbata Xizirzade ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike beriya du rojan li nexweşxaneya Qulîpûr a Bokanê ji malbata Xizirzade re hatiye ragihandin ku kurê wan miriye û ji bo wergirtina cenazeyê wî divê ew serdana nexweşxaneyê bikin.

Hewceyî gotinê ye ku malbata Xizirzade agahdarî vegera wî û girtina wî nebû û nizanin ka ew berî mirina xwe di zîndana navendî ya Bokanê de bûye yan di zîndana dezgeha saloxegerîyê de bûye.

Rayedarên nexweşxaneyê ji malbata Xizirzade re ragihandin ku Şoreş ji ber nexweşiyên jehrî jiyana xwe ji dest daye.

Şoreş Xizirzade endamê yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûye û ev çar sal in li Herêma Kurdistanê dijiya Komara Îslamîya Îranê di biwarê siyasî de çalak e.

KDC

FREE
VIEW