Kazakistan. Revende Kurdistanî festîvaleke muzîk û strana kurdî li dar xist

Di 25’ê cotmehê II.Festîvala Mûzîka Kurdî ji bo Roja Komara Qazaxistanê û 2-emîn salvegera damezrandina Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv li Almatayê hat lidarxistin.

Ew ji aliyê Weqfa Kinyzê Îbrahîm Mirzoyêv hat organîzekirin û derbaskirin, bi piştgiriya Komela Kurdên Qazaxistanê “Berbang” û Federasyona Navneteweyî ya Diyasporên Kurd (FNDK). Mêvan ji derveyî welat hatibûn vexwendin, nûnerên hemû etnîkî yên Qazaxistanê. Festîvala mûzîk û strana kurdî bi rengên geş ên cil û bergên neteweyî, bi dîlan û stranên xweş derbas bû.


Temaşevanan bi germî pêşwaziya hunermendên yên navdar Derwêş Serhedî, Mikael Güllü, Hozan Kawa û Azad Bedran kir. Stranbêja hêja Berfîn Mamêdova, mûzîkjen Vram Mînasyan (bilûr), dengbêjê me yê delal Rustam Şamoyêv (koma Mîdîya), Heso Bostanzhîyêv (dahol)- ev navên stêrkên me yên Qazaxstanê muzîka kurdî ne, yên ku ev şahî ava kirin stranên xwe yên xweş.
Hemî mêvanên yên amade bûn bi govenda me ya neteweyîye piştgirî dan şanogeran. Beşa fermî ya çalakiyê ji aliyê Seroka Komeleya Kurdên Qazaxistanê Berbang Ezîzê Zîyo ve hat vekirin.
Spasiya hemû beşdar û mêvanên Festîvalê hat kirin!” di axaftinên Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporên Kurd (FNDK) Şex Remezan Seîdov de ji bo beşdaran gotinên piştgirî û rêzgirtinê hatin gotin.
Organîzatorên Festîvalê, rêvebiriyên Weqfa Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv ji aliyê Rafîkê Yakubê û Wezîrê Kinyaz ve tê temsîlkirin, bi minetdarî diyar kirin ku pêwîstiya gelê me bi cejnên bi vî rengî heye û ew ê hemû hewlên xwe bidin ji bo lidarxistina Festîvalên salane.
Pêşkêşvanên “Berbang TV” Derwêş Serhedî (Almanya), xanima delal Leyla Çildergûşî (Belçîka) û kesên din ên navdar ên muzîka kurdî hatin xelat kirin. Ji bo alîkariya di li darxistina Festîvalê de xelata bingehîn hat xelat kirin karsazê me ye kurd Wezîrê Têmir Namoyêv (Rûsya). Di jiyanê de bûyerên kêfxweş pir hindik in, ji ber ku şer û neheqiyên bêdawî hemî rengan reş dikin.
Çalakiyên weha geş bibin bangên hawarek ji bo jiyanek aram a 2024. Beşdar û amadekar xatirê xwe ji Festîvala 2´em a Muzîka Kurdî xwestin û wê di Festîvala nû ya 3´em de careke din werin cem hev, ji bo ku rihên hemû Kurdan da, mûzîk û motîfên Kurdî yên nemir nûjen bikin.

KDC

FREE
VIEW