Şêrko Elyasî Bû Şampiyonê Laşciwaniya Welatên Skandînavyayî

Şêrko Elyasî roja Şemî û Yekşemê, 16 – 17.10.2021 beşdarî pêşbaziya laşciwaniyê bû. Elyasî bi tevahiya dengan bû laşciwanê Skandînavyayê. Roja Yekşemê beşdarî şampiyoniya Fînlandiyayê bû û bi hemû dengan şampiyonî bi dest xist. Şêrko Elyasî di destpêka mijdarê de dê di asta cîhanê de beşdarî pêşbirka fitnesê bibe.

Hêjayî gotinê ye ku wî heta niha ev xelat bidest xistine :

  • Di sala 2015an de di Şampiyoniya Klasîk aFînlandiyayê de di 178 cmyî da bû yekemîn.
  • Di sala 2015an de di asta jêr 178 cm de di Şampiyoniya Sporê ya Cîhanê de pileya sêyemîn û madalyaya bronz bi dest xist.
  • Di sala 2015an de wek lîstikvanê herî baş ê Fînlandiyayê di asta mêran de hate hilbijartin.
  • Di sala 2016an de di şampiyoniya Klasîk a Fînlandiyayê de di asta 178 cmyî de bû yekemîn.
  • Di sala 2015an de di Şampiyoniya Fitnes a Ewropayê de di asta 170 cmyî de di rêza pêncemîn de cih girt.
  • Di sala 2016an de di asta 170 cmyî de di asta madalyaya zêrîn a Şampiyoniya Fitnes a Ewropayê bi dest xist.
  • Di sala 2017an de di asta kêmtirî 170 cm de di şampiyoniya Fitnesê ya Ewropayê de madalyaya yekemîn û zêr bi dest xist.
  • Di sala 2017an de di asta 170 cmyî de madalyaya zîv û şampiyoniya Fitnesê ya Arnold Klasîk bi dest xist.
  • Di sala 2017an de di asta 173 cmyî de di şampiyoniya Nordic Fittens Expo (NFE) ya Fînlandiyayê de bû yekemîn û madalya ya zêrîn bi dest xist.
  • Di sala 2017an de di asta 173 cmyî de şampiyoniya Ben Wieder Lîgas a Kûpaya Cîhanê di asta yekemîn de û madalya zêrîn bi dest xist.
  • Di sala 2017an de di asta kêmtirî 170 cmyî de di asta sêyemîn û Şampiyoniya Fitnesê ya Kûpaya Dymondê de madalyaya bronz wergirt.
  • Di sala 2017an de di asta kêmtirî 178 cm de xelata duyemîn û madalyaya zîv a Şampiyoniya Fitnesê ya Cîhanê bi dest xist.

___

Hilbijartinên Iraqê Rewşê Naguhere

KDC

Dawiya Kursa Zimanê Kurdî û Dayîna Bawernameyan

KDC

Li bajarê Bînghamton ê New Yorkê ala Kurdistanê hate hildan

KDC
KDC

FREE
VIEW