Di kamyoneke ku ji Romanyayê ber bi Elmanyayê ve diçû de, 4 koçber hatine girtin ku du ji wan biçûk in.
Polîsên Elman li nêzî bajarê Gerayê 4 koçber di pişt kamyonekê de girtine û li gorî agahiyên polîsên federal, ajokarê kamyonê deng ji pişt kamyonê bihîstiye û polîs hişyar kiriye.
Li gorî polîsan, guman li ser ajokarê kamyonê nîne, koçberan bêyî ku kilîda qemyonê bişikînin ketine beşa kargo ya kamyonê.