Konfedresyona Rewanda Kurdistanê 77 saliya damezrandina Komara Kurdistanê pîroz kir 

Konfedresyona rewanda Kurdistanê bi helkefta 77 saliya damezrandina Komara Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdên serbixwe kir û di heman demê de rêzdariya xwe ya li hember giyana pak ya Serok Qazî Mihemed û tevahiya şehîdên Kurdistanê diyar kir 

Teksta peyamê: 

Bi helkefta 77 saliya Komara Kurdistanê ku di roja 22.01.1946an de ji aliyê Serok Qazî Mihemed û hevalên wî ve hatiye damezrandin û bi navê konfedrasiyona rewanda Kurdistanê em pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdistanê dikin û hêvî dikin ku ew kesên ku hizra serxwebûn û piştevanên serxwebûna Kurdistanê digirin şanaz û serfiraz bin 

Her wiha em pêwîst dibîne ku şehîdên Komara Kurdistanê, Serokê Kurdistanê Qazî Mihemed, hevalên wî û şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîr bînin. 

Alîgirên Rewanda Serbixweya Kurdistanê yên li derveyî welat herdem dilsozê evê peyamê ne û heman perdeya pîroz a Kurdistanê radigirin ku niha li Kurdistanê şikestê dişikînin û ji bo pîrozkirina dubare sazkirina 77 saliya komara Kurdistanê

Navenda Rewanda Kurdistanê 

22/1/2023

KDC

FREE
VIEW