Peyama Konfederasyonê ji bo xuşk û birayên me yên Xiristiyan


Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji ber karesata ku di merasima dawetê de hat serê xwişk û birayên mesîhî yên li Hemdaniyê, sersaxî xwest.
Deqa peyamê:
Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya karesata şewata di dema daweta xuşk û birayên mesîhî li Hemdaniyê bihîst û tê de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. Em hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan dikin û spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bêyî cudahiya olî û etnîkî alîkariya qurbaniyên vê karesatê kirine.
Xwedê rehma xwe li wan bike. Ruhê wan şad û cîhêwan bihuşt be. Ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Sebir û silametiyê ji malbatên wan re dixwazin
29.09.2023
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Navenda Revenda Kurd Li Swêdê Çend Civîn Lidar Xistin

KDC

MÎTê Jineke Kurd Ya Parêzer Li Efrînê Revandiye

KDC

Bi Gulebarana Hêzên Îranê Zarokek Birîndar Bûye

KDC
KDC

FREE
VIEW