Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya 33´e mîn salvegera serhildana gelê Kurd.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi boneya 33´3mîn salvegera serhildana gelê kurd li Başûrê Kurdistanê pîroznameyek belav kir.
Teksta peyamê:
Bîranîna serhildana mezin a gelê Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baas a dîktator di 5’ê Adara 1991’an de ku li Ranya dest pê kir û bi ser ket, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê berxwedana gelê Kurd û Herêma Kurdistanê ye. Hikûmetê li hember van hemû dijberî û kêşeyan kariye Herêma Kurdistanê biparêze.
Bi helkefta 33 saliya Serhildana Kurdistanê, em pîrozbahiyê li hemû gelê Kurd li her deverê cîhanê dikin, bi taybetî jî li malbatên xizmên serbilind ên şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê û hêvî xwest ku ev salroj weke sembola azadî û berxwedanê bên pîrozkirin. Bijî û bibe bingeha biratî, yekîtî û hevgirtina gelê Kurd. Di encamê de xewna me ya netewî ya mezin wê di çarçeweya dewleta Kurdî de pêk were.
05.03.2024
Konfederasyona revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW