Bi Dehan Koçberên Kurd Hatine Girtin

Ji ber ku motora wan li nêzikî Girava Mîlosonê xirabe bû, 124 penaberên Kurd neçar man giravê bêne xwarê lê ji aliyê polîsên deryayî yên Yewnan ve hatine girtine.

Ji Wezareta Penaberan a Yewnanîstanê hate xwestin ji ber ku li girava Mîlosê kampeke penaberan nîn e di demeke kurt de cihekî ji 124 koçberên Kurd li giraveke din re peyda bike yan jî wan bişîne Atînayê ku di kampekê bikaribin xizmetê bidine wan. Di nav wan de jin û zarok jî hene. Yek ji wan jinan ducanî ye.

Hêjayî gotinê ye ku wan 124 koçberan dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî Îtalyayê bibin lê sibeha roja Duşemê motora wan li nêzikî Girava Mîlos xirabe dibe û ew jî neçar dibin ku li wê giravê rawestin lê polîsan ew koçberana desteser kirine.

___

UNICEF: Hejmara zarokên penaber ên li cîhanê 36 mîlyon e 

KDC

Pêşbîniyên Ofîsa Koçberiyê Ya Swêdê Li Ser Penaberan

KDC

Serokê navenda Revenda Kurdistanê li Awustralyayê seredana Anton Qazî sernivîskarê rojnameya ElTalgraf kir  

KDC
KDC

FREE
VIEW