Iraq Wê Ji Bo Vegera Koçberan Şandeyan Bişîne Sê Welatan

Wezareta Koçberiyê ya Iraqê wê sê heyetên dîplomatîk bişîne welatên Lîtvanya, Polonya û Belarûsê.

Cîgirê Wezîrê Koçberiyê ya Iraqê Kerîm Nûrî li ser mijara vegerandina koçberan ji rojnameya Sebah re ragihand ku hejmara Iraqiyên ku li Lîtvanyayê asê mane 275 kes in û di nav wan de 14 malbat hene û ew jî li 29 kampên biçûk li deverên cudayên wî welatî dijîn.

Kerîm Nûrî aşkere kir ku li ser rewşa koçberên ku li sînoran asê mane civîn kirine û ew kesên ku dixwazên vegerine Iraqê wê Wezareta Koçberiyê jî ji nêz ve alîkariya wan bike.

Berî niha Wezaretê ragihandibû ku wan di du geştan de 690 koçberên Iraqî li ser sînorê navbera Lîtvanya û Belarûsê rizgar kirine û ew vegerandine Iraqê.

___

Piştî Mayîna 20 salan, Swêd Wê Malbateke Kurd Dersînor Bike

KDC

Malbata Koçberekî Wenda Daxwaza Alîkariyê Dike

KDC

Cureyên mafên penaberiyê yên li Elmanyayê 

KDC
KDC

FREE
VIEW