Ji 4 Hezaran Zêdetir Koçberan Canê Xwe Ji Dest Dane

Li gorî îstatîstikên OIMê ku bi hatina sala nû lêkolînek li ser koçberan kiriye.

Tenê di sala 2021an de nêzî 4 hezar koçberên ji welatên Bakurê Afrîkayê yên weke Cezayîr û Fasê ku dixwestin bi rêya deryayê xwe bigihînine welatên Ewropayê lê di encamê de ji ber hewa û pêlên deryayê yan jî ji ber niqumbûna keştiyan, canê xwe ji dest dane.
Li gorî lêkolîna OIMê hejmara koçberên ku winda bûne di sala 2020an de bi awayekî cidî zêde bûye.
Gelek koçberên Kurd jî canê xwe ji dest dane. Tenê di Kanûna 2021an de di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de nêzî 50 koçberên Kurd wenda bûn.

Rêxistinê ragihand ku di heman salê de nêzî 37 hezar koçber bi awayekî neqanûnî, bi rêya avê xwe gihandine Spanyayê.

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Cejna Serê Salê Li Êzidiyan Pîroz Kir

KDC

konferanseke taybet li ser zimanê Kurdî saz kir

KDC

Dîasporê çi da me çi ji me girt???

KDC
KDC

FREE
VIEW