Amerîka Li Ser Xetereya Dubarebûna Ezmûna Afganistanê Li Iraqê Biryar Dide

Balyozê Amerîkî yê li Uraqê dibêje tu lihevçûn di navbera Iraq û Afganistanê de tune û got ku paşxistina hilbijartinê dê welat bixe nav alozî û qeyraneke mezin.

Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Matthew Tuller di vê derbareyê de ji kanala Elerebîyye Elhadtî re ragihand ku ew dê di dema xwe de pêşwazîya biryara berî hilbijartinan a Iraqê bikin, ji ber ku her li paşxistinek dê welat bixe nav nakokiyên aloztir ji ber ku birêveçûna hilbijartinan daxwazeke mezina gelên Iraqê ye.

Balyozê Amerîka da xuyakirin, ku tu lihevçûn di navbera Iraqê û Afganistanê de nîn in, ji ber ku misyona Amerîka ya li Iraqê bi temamî ji ya ku wan li Afganistanê heye cuda ye.

Tekez kir ku her dema Hikûmeta Iraqê bi fermî bixwaze em ê hêzên şerker yên li ser axa Iraqê vekişînin.

Ev di demeke wisa de ye ku îro Serokê PDK Mesûd Barzanî daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku cudahiyeke mezin di navbera Efxanistan û Kurdistanê de heye û cudahiyeke mezin di navbera Pêşmerge û Artêşa Efxanistanê de heye û Pêşmerge berhemê dîrok û xwîn û rondikên gelê Kurd e û xwedan sedan destanên dîrokî û qehremaniyê ye.
Weha jî got: piştî bûyerên Afganistanê ev çend roj in tevgereke siyasî û ragihandinê ji bo duristkirina dilgiraniya navbera gelê Kurdistanê kar dike. Berhevdana Herêma Kurdistanê û Afganistanê ew e, ku divê her alîyek baş bizane ku her neteweyek heger pişta xwe bi xwe û bi şiyanên xwe girê nede wê herdem gef li ser wan hebin û ji nav biçin.

___

Brîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanê û rêxistinek dê dibistaneke Kurdî ava bikin 

KDC

Bang

KDC

Stoltenberg: Swêd û Fînlandiya dikarin bibin endamên NATOyê

KDC
KDC

FREE
VIEW