Azman, hunermendekî ciwan li derveyî welat

Azman weke ciwanekî Kurd li derve karîbû di gelek qadan de xuya bike û bi berhemên xwe yên hunerî xizmeta netew û zimanê Kurdî bike.
Ev hunermendê ciwan ji malbateke hunerî û rewşenbîr e, tevî kesayetiya dê û bavê xwe yê hunerî, di heman demê de ew neviyê helbestvanê mezin ê Kurd Hesîb Qeredaxî ye. Di vê serdema nû de Azman nivîsên bapîrê xwe bi teknîkeke nû û nûjen mîna klîpê weşand.

Navê rast ê vî xortî Şaro ye û kurê hunermend Nîgar Qeredaxî û Şemal Omer e.
Azman niha sê stranên nû amade dike, bi kurdî û elmanî, ya Hesîb Qeredaxî û helbesta Aza Hesîb Qeredaxî.
Ev helbesta nû ya bapîrê xwe (şev, girî û mirin) kiriye stran, ev helbest ji bo milyonan Kurd e.

KDC

FREE
VIEW