Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Hejmartina 13 Bajaran Ragihandiye

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li ser bingeha sererastkirin û giliyên blok û hevpeymanan li dijî encamên hilbijartinên pêşwext ya parlamentoyê, hejmartina 297 navendên dengdanê li 13 bajaran ragihandiye.

Komîsyona bilinda serbixweya hilbijartinên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku biryara dubare hejmartina 297 cîhên li ser 22 daxwazan, bajarên Diyala, Neynewa, Meysan û Kerbela, Kerkûk, Zîqar, Enbar, Qadisiya, Selaheddîn, Mûsena, Besra, Bexda û Babil hatiye dan.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku ev biryar piştî xwepêşandanan pêk hatiye û daxwaz ji aliyê delîlan ve hatine pişrastkirin, ji ber vê yekê piştî sererastkirinên ji nû ve hejmartinê, wê Meclîsa Komîsyonê li ser wan biryareke rast bide û encam wê ji aliyê Komîsyonê ve bêne aşkerakirin.

Komîsyon wê roja Çarşemê dest bi jimartina stasyonên hilbijartinê yên li bajarê Nînowa bike û dûre jî cîhên hilbijartinê yên li eyaletên diyarkirî.

IHECê berî du hefteyan hezar û 400 daxwazname û gilî di derbarê encamên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext ên parlemanê de wergirtine.

KDC

FREE
VIEW