Êrîşa Elektronîkî Li Kompanyaya Ezmanî Ya Îranê Hatiye Kirin

Kompanyaya herî mezin a ezmanî li Îranê Mahan Air roja Yekşemê ragihandiye ku êrîşeke elektronîk li dijî wan hatiye kirin û di heman demê de bal kişand ku wan hemû bernameyên seferên xwe parastine.

Kompanyayê di daxuyaniya xwe de got, “Careke din êrîş li sîstema komputerê ya Mahan Airê hate kirin” û wiha dewam kir: “Hemû seferên Mahan Airê di bernameyeke ewle de temam bûn.

Berdevkê kompanyayê Emîr Huseyîn Zolenferî ji televîzyona dewletê re axivî û got, “Ekîba me ya ewlekariyê ya IT êrîşên sîber pûç kirine.”

Mahan Air ku beriya 30 salan hatiye avakirin, kompanyayeke mezin e ku ji sala 2011an û vir ve bi cezayên DYAyê yên li dijî Îranê ve hatiye reşkirin.

___

Birîtanya çavdêriya elektronî li ser laşên penaberên neqanûnî datîne 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Civînek Li Dar Xist 

KDC

Buhayê Petrolê Bilind Dibeye

KDC
KDC

FREE
VIEW