Rêxistinên parastina penaberan li Almanya daxwaza rawestandina vegera koçberan bo Yûnanistanê dikin

Endamê Konseya Penaberan a Bavyera û Pro Azûl Ebû Mûsab got, “Divê em pêşî li sirgûnkirina penaberan a ji bo Yewnanîstanê bigirin

Herdu alîyan di beyannameyeka hevbeş de daxwaza rawestandina dersînorkirina penaberan bo Yûnanistanê kirin û hemû behaneyên ku asta jîyana Yûnanistanê akincî ye ret kirin û rewşa abûrîyê ber bi başbûnê ve çûye, çimku herçende hinek ji wan dimînin jî alîkarîya civakî nahê kirin û heger ew kar nekin dê bê mal û rojî li kolanan bin

Mohajer Newsê ragihand ku Ofîsa Yekîtîya Karûbarên Penaberan jiber sedemên cuda penaberan dersînorî Yûnanistanê dike, çar penaberên Yemen, Sûrî û Fîlîstînî ku di 27ê vê mehê de li balafirgeha Atînayê ya paytaxta Yûnanistanê hatibûn dersînorkirin, beşeke din ji zehmetiyên ku koçber li xerîbîyê û li kolanan dijîn

Li gorî her du organîzasyonan, dersînorkirina penaberan li dijî Qanûna Parastina Jiyana Koçber a sala 2021’ê ye ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Rêveberiya Elman ve hate derxistin

Vegera koçberan ji bo welatekî duyemîn ku mafên civakî û niştecihbûn û xwarinê tune ye, tu sîgorteyên tenduristiyê nagire nava xwe, her wiha astengiyên li pêşiya peydakirina debara jiyana xwe

Li gorî rapora NGO’yan her çendî mafê penaberan pir kêm be jî li Yewnanîstanê jiyana koçber û penaberan pir nexweş e û koçber rojane rastî gelek astengiyan tên . 

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW