Komîsyona Yekîtiya Ewropayê : Gotinên Serokwezîrê Macarîstanê yên li ser koçberan nîjadperestî ne

Cihgirê serokê yekîtîyê û komisiyona Ewropa û wezîrê derveyê Romanya û herwisa serokê awareyên Cihûyan li Macaristanê gotinên nejadperestîyên serokê wezîrên Macarîstanê riswa kirin 

“Cîhanek heye ku Ewrûpî bi kesên ku ji derve hatine re têkel in û niha dinya avahiyek tevlihev e ji aliyê koçberan ve hatiye afirandin. Welatên Ewropaya Rojhilat naxwazin tevlîheviya ku hin alî dixwazin li ser me pêk bînin 

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Komîsyona Ewrûpayê Margaretis Shinas daxuyaniya Serokwezîrê Macarîstanê Victor Orban ya derbarê gotinên wî yên nijadperest li dijî koçberan şermezar kir 

Şînas got, “Divê em nehêlin gotinên xiyanetê bibin bingeha bingehîn a hebûna me. Em hemû mirovên wekhev in û nefret ne li ser lêvên me ye û wê li civaka me neyê 

Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban di hevpeyvîneke xwe ya Çileya îsal a li gel rojnameya Elman Bîldî de diyar kiribû ku ew ne koçber in, lê dagirkerên Misilman in. Orban ku weke antî-koçberan tê naskirin, gelek caran destnîşan kir ku pêla penaberan hevsengiyeke demografîk a mîna Xiristiyaniya li Ewropayê tehdît dike . 

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW