Parlamenta Belçîkayê pênasîn bi qirkirina Êzidîyan kir

Heso hormî

Îro Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Federal ya Belçîkayê bi piraniya dengan dengê xwe da ku rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê li dijî kêmneteweyên olî yên Êzidî li Şengalê weke jînosayd nas bike Piştî heyeteke Belcîkî ya bi serokatiya Parlamenterê Parlamenta Belçîkayê corc Dalaman Endamê Komîteya Karên Derve ya Parlamenta Belçîkayê Philipe Fastenscape, Serokê Rêxistina mafê mirovên ku hatine kuştin li ser  destê Terorê ya Fransa û Belçîkayê û hin rojnamevanên Fransî û Belçîkayî yên li Kurdistanê di Sibat û Adara 2020 ‘an de bi hikûmeta Kurd û miletê kurdê  Êzidî re hevdîtin kirin û ji nêz ve li ser vê yekê hatin agahdarkirin da ku xelkê Şengalê û kampên li parêzgehên Kurdistanê û (Rojava) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicîh bikin û piştre jî parlamenterên Belcîka Corc Dalman, Vanisa Matz, kuîn Mitso û katrîne Funk (pêşniyara biryara naskirin û darizandina jenosîda li dijî Êzidiyan û alîkariya bi gelê Êzidî re) di 2021.01.28 de pêşkêşî parlamentoyê kirin. 

Weqfa Êzîdî ya Navnetewî ya li dijî Jenosaydê ku ji destpêkê ve bi rêya têkiliyên xwe proje şopand, bi 10 rûpelan li ser pêşniyara çareseriyê bi holandî û fransî ye ku tê de gelek detayên sûcên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan, agahdariya li ser ola Êzidiyan, taybetiya ysayên û referansa yasayê tawanan ya  navneteweyî û her wiha biryarên ku li cîhanê têkildarî banga

Ya yekemîn, hemû ansîklopediyên Belçîkayê yên li hundir û derve ji bo ku Dewleta Îslamî li dijî Êzidiyan sûcê jenosaydê pêk bîne 

Ya duyemîn jî, divê tawabar bi giştî li îraq û Sûriyeyê bê dadgeh  nemînin. 

Sêyem: Hewildanên dadgeha Belcîka yê ji bo nasandin û dadgehkirina her Belcîkîyekî ku bi rêya teşwîq kirin û piştgîrîkirina tawanên li dijî civaka Êzîdî, zêde bikin

Çarem: Daxwaz ji hikûmeta Beljîka yê kir ku alîkariyan pêşkêşî Êzidiyan bike ku dixwazin vegerin bajar û gundên xwe yên bi eslê xwe, bi vê yekê daxwaz dikin ku rêkeftina di navbera hikûmeta Kurdistana başur û hikûmeta navendî de li Bexdayê were cîbicîkirin û bi rêya navnetewî bi pêşniyara çavdêrîkirina vê rêkeftinê

Pêncemîn: Divê Belçîka tevkariyê  ji nû ve avakirina bajarok û gundên bi bandor bûne bike. 

Şeşemîn, divê alîkarîyên mirovatî yên taybetî ji ewan grûpên ku rastî dijwarîya , koledarî yan jî kirdarên dinên nemirovane û  kirêtkirina mirovatîyê hatine.

Di heman mijarê de Dr. Dalawar Azkaî îro li ser profîla xwe ya Facebookê (niha bi piraniya dengan, komîteya têkeliyên derve ya Parlamentoya Federal a Belcîkayê bi fermî wek serokekî kolektîf li ser mijara Êzidiyan deng da û parlamenterê Belcîkî Dr. Corc Dalman spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ji bo serkeftina vê pêşnûmayê.

Ji bo vê biryarê spasiyên xwe ji Parlamentoya Belçîkayê re dikim.

Spas dikim, Dr. Corc Dalman û hevalên wî. 

Supasîya hemû ewan kesan dikin ku piştevanî û beşdarbûn di serkeftina evê biryarê de ji alîyê hukûmeta Kurdistanê ve (Profesor Sven Dziyî û Dr. Dîlwer Azkaiye) û rojnamevanê Kurd ê ji Qamşlo Rudî Malik ku li Belcîka dijî û di serdanên xwe yên meydanî de li gel evê şandeyê amade bûn

KDC

FREE
VIEW