El-Mecelle Jimar (1018)
15-21.08.1999
Wergerandin ji Erebî: Cankurd
- Mesûd Barzanî ji „El-Mecelle„ re, li ser pêwendiyên tevgera kurdî bi çend serwer û serokên Ereb re diaxive.
Hevpeyvîn li Kurdistana Îraqê çêbû bû.
Dr. Salih El-Qelab bi rêve biribû
Serokê Partiya Demoqrata Kurdistan Mesûd Barzanî li ser pêywendî yên bavê xwe Mela Mustefayê Barzanî bi çend serwer û serokên Ereb re diaxive; destpêk ji serokê Misrê ya kevintir Cemal Ebdilnasir û dawî bûn bi serokê Îraqê Sedam Husên re. Axaftineke di navbera bîranîna û tomarkirina helwestan, ji wan helwestane, rihmetî padişah Fêysel kurê Ebdilezîz Al-Siû’d alîkarî yên bi nirx pêşkêşî gelê Kurd kirin di pêvajoyeke çetintirîn pêvajo ya ku tê re borî, û xizmetkarê herdu cihên rûmet û pîroz padişah Fehid teqez kir ku Siûdî Erebistan wê bimîne bi gelê Îraqî re, û wê bimîne li gel Îraq û yekîtiya Îraqê. Axaftina ku taybet ji kovara „El-Mecelle„ re rêwaneke ronîkirin û seknandinin bi lez di çatin sereke de. Di wa çatan de padişah Fehid û padişah Feysel, padişah Husên û Cemal Ebdilnasir û serok Hafiz El-Esed û serokê Filestînê Yasir Erefat û serokê Cezaêrê yê berê Hawarî Bomidyên, serokê Tûnisê El-Hebîb Borqêbe. Her wisa di axaftinê de xeberdan in divê ku bibin rêyine gelemperî pehn û bi bîranîn in demdirêj, aniha deqa hevpeyvînê:
- Kî bû yekemîn serokê Ereban yê rê ya fêmkirinê bi tevgera kurdî re vekir ji destpêkê de?
- Yekemîn Serokê Ereb, li gorî agahî yên min, ku pêwendî bi tevgera kurdî re danîne rihmetî serok Cemal Ebdilnasir bû, wan pêwendiyan cihê xwe bêhtir girtin piştî vegera bavê min mele Mustefa ji Moskoyê di sala 1958ê de, vegera wî bo Îraqê di Misirê re bû, û hevdîtin bi serok Ebdilnasir re li Qahêrê li dar xist. Di wê hevdîtinê de pêwendî xurt bûn û berdewam bûn ta mirina serok Ebdilnasir di sala 1970.
- Xuristiya wan pêwendiyan çawa bûn?
- Alîkarîke wateyî (manewî) bû; di rê ya axaftinên ku Cemal Ebdilnasir dikirin, û gotarên ku Mihemed Hesenên Heykel di rojname ya El-Ehram de dinivsandin, teva -di sînorin çemberkirî de- ji ber mafê gelê kurd ve berparêzî dikir. Di êrîşa mezin a sala 1963 an de, ya li ser gelê kurd çê bûbû, Ebdilnasir li dijî rawestî; di wê salê de hemû dewletên herêmê xwe dan serhev; Îraq û Êran û Tirkiyê, û mixabin Sûriyê jî li dijî gelê kurd, lê Ebdilnasir aşkere li dijî van dewletan rawestiya.
Ewî Hikumeta Îraqê çend caran şîret kir, ku fêmkirinê bi tevgera kurdî re çê bike, û tu roj ji rojan piştgirî neda şerê dijî gelê kurd, her wisa neyîna mafê gelê kurd jî ne kir, tevî ku di asteyin sînorkirî de bû, lê di wê derfetê de tiştekî mezin bû. - Ji bilî hevdîtina sala 1958ê, ya tu li ser axiviye, tu hevdîtinên dîtir di nav bera Mela Mustefa û Ebdilnasir de çê bûn, û di navbera wan de çi hevnêzbûn di rê ya têkiliyan de berdewam bûn?
- Hevdîtina sala 1958ê di navbera Ebdilnasir û Mela Mustefa de dubare ne bû, lê gihîştinhev di rê ya têkiliyan de berdewam bûn, wekî nimûne, mamhoste Celal El-Talbanî di sala 1963ê de hevdîtin li gel serok Cemal Ebdilnasir çê kir, pê re hebû Fuad Arif û Şewket Ekrawî yê
ku nûnertî ya tevgera kurdî dikir li Qahêrayê di wê demê de. - Ma Misirê di koçbera (çerxa) Ebdilnasir de, alîkarî ya leşkerî, an diravî pêşkêşî Kurdan dikir?
- Misirê çi alîkarî ya leşkerî yan diravî ji tevgera kurdî re pêşkêş ne kir. Lê dema nûnerê me di destpêka salên şêstî de, li Misirê bû hin alîkarî yên diravî distand, ji bo mesrûfa bîrûwa me li wir.
- Ma Misir di wê demê de alîkarî ya we ne dikir, di çarçova ragihandinê de?
- Belê, û îzgeyeke kurdî li Qahêrê di sala 1957ê de vekir.
- Ma ew berî yekîtiyê (Mebest yekîtî bi Sûriyê re) û berî şorişa temûzê bû?
- Belê.
- Merema te ku ew bi xwe programek bû di çarçewa îzgeya Misirî de?
- Belê, ew programek bû di çarçewa îzgeya Misirê de, û ew ji bo gelê kurd bû jî.
- Ma tu ne bawerî ku ew helwêsta Ebdilnasir wekî qerez bû ji şahê Îran re, yan ji rêjîma melekî ya li Îraqê re?
- Ez bawerim ku qerez bû ji teva re, û Ebdilnasir dostê gelê kurd bû, û bi mafên wî re bû, û dilşewitiyê wî bû, lê ta çi sînorî, ta çi radeyê ez nizanim, û helbetê di eynî demê de dijîtiya rêjîmên borî li Îraq û Sûriyê û Tirkyê û Iranê dikir.
- Kî hat Kurdistana Îraqê wekî nûner ji ber Ebdilnasir ve?
- Dema ku Emîn Hiweydî balyozxanê Misirê bû li Bexda, gihîştin hev li gel tevgera kurdî, her wisa li gorî Hesen Sebrî El-Xolî. Xên jî vê jî, hin xeberdarên alavên ragihandina Misirê, yên ku dihatin Kurdistanê name bi xwe re dihanîn.
- Piştî avakirina Cimhuriyeta Yekbûyî Erebî, û piştî Sûriyê bû perçê dîtir ji va komarê, ma tu gihîştin hev di navbera we û Ebdilnasir de, dema ku li Şamê dihat dîtin, çêbûn?
- Ew hevdîtina ku min bîska çûyî xeber dayî, ya ku pêkhatî di sala 1958ê, di navbera Ebdilnasir û Barzanî piştî yekîtiyê bû, û ew hevdîtin li Qahêrê pêkhat ne li Şamê.
- Lê te hevdîtin bi Ebdilnasir re çê kir?
- Mixabin na.
- Ma we ew pêwendiya berdewam kir, gava Sadat bû serok li Misirê?
- Belê, gihîştin hev di navbera mele Mustefa û Sadat de hebûn, hinek nûner ji ber me ve, ji wan jî birader Samî Ebdilrehman çûn Qahêrê û hevdîtin bi Sadat re çê kirin, û name ji Barzanî dan wî û hin berpirsyarên Misirê.
- Li gel serok Hisnî Mubarek, pêwendî berdewam bûn?
- Min bi xwe çend name ji serok Hisnî Mubarek re şandin, û pêwendî pêş ve çûn bi Misirê re di çerxa serok Mubarek de, hin têkilî yên fermî li Qahêrê, lê divê ez nîşan bikim, ku piştî sala 1975ê hema wek qitbûnek di navbera me û Misirê de çê bû, û bira yên Misirê ne amade bûn, ku pêşwaziya ti berpirsyarên tevgera kurdî bikin, û va rewşa berdewam bû ta piştî şerê kendavê yê duwem.
Serok Hafêz El-Esed
- Li gel serok El-Esed?
- Bi rastî, divê di vê babetê de ez bi dademendî biaxivim. Serok El-Esed deriyê Sûriyê di sala 1976ê li pêş me vekir, dema ku astengeke kuştewar paş peymana Cezaîrê ya navdar di navbera Îraq û şahê Îran de hat pêşberî me. Min li dawiya sala 1976ê serlêdanek li Şamê xist, di wê demê de xwîn ji me dihat bi egera lêdana mezin ya hatibû lêdan û dav hatibû vegirtin, li dijî gelê kurd di sala 1975ê. Wan pêwendî ta roja îro man, û ji dîrokê re dibêjim ku serok El-Esed rêza me ta dûrtirîn sînor girt, û dan û standineke birayetî û rêzgirtî bi me re kir.
- Ma hevdîtinên te bi serok El-Esed re berdewam in?
- Belê, hevdîtinên min bi serok El-Esed re berdewam in, û ji sala 1976ê de dora şeş caran min ew dîtî ye, her carê ez diçûm Şamê min ew didît.
- Li gorî serwerên Sûrî yên borî, berî hatina serok El-Esed bo deselatê. Ma pêwendî yên we bi wan re xweş bûn?
- Ne xêr, wekî hûn dizanin hêzine Sûrî, bi serkêşe ya Fehid El-Şaê’r hevbeş bi hêzên Îraqî re di hêrişê de li dijî me di sala 1963ê.
- Tê gotin ku we alîkarî ya Sûriyê girt di rê ya rêvebirê parastinê yê borî Ebdilkerîm El-Cindî di dema serokê Sûrî yê berê Nûredîn El-Etasî. Ma ev yeke ha rast e?
- Na, ne rast e, divê hin name giha bin me, lê me tu alîkarî di wê koçeberê de ne girt, bi çi rengî ji rengan be.
Padişah Husên
- Ma di navbera we û padişah Husên de hevdîtin hebûn, û di çi demê de?
- Bavê min mele Mustefa pêhtirî du hevdîtinan bi padişah Husên re çêkirin, her wisa bira yê min î rehmetî Idrîs dora çar caran hevdîtin pê re çê kir.
- Wan hevdîtinan li ku pêk hatin?
- Li E‘man û li Tehranê û li hin paytextên Ewrupî pêk hatin. Idrîs hevdîtin carekê li E‘manê, û carekê li Londinê, û carekê yan li Êranê yan li Siwêysra, nema karim bînim bîra xwe.
- Hevdîtinên mele Mustefa bi wî re, li ku pêk hatin?
- Mela Mustefa hevdîtin du caran bi padişah Husên re çêkirin, wan pêwendî di destpêka şêstî de pêk hatin, paş şorişa Êlûnê (1961ê). Bi rastî padişah Husên ta sînoreke mezin berketiyê doza kurdî bû, û di demeke gelek tijî êş de alîkarîk diravî ji me re pêşkêş kir, tevî ku ew alîkariya bi xwe nîşanî „remzî“ bû, lê nîşankariyeke wê ya mezin hebû. Û ew pêwendiyên xurt bi padişah Husên re berdewam man ta wî koç kir. Xwedê rehma xwe lê bike, tê bîra min ku di salên heftêyî de şandiyek ji dîwana padişahî rêkir ba me li Kurdistan, ew mamoste Meryod El-Tel bû.
- Gihîştin hev a dawî di navbera padişah Husên û we de kengî bû?
- Bi têlê (telîfon) bi min axivî di sala 1996ê de, ew axaftina dora katjimarekê bi tevayî bû.
- Di wê têlnameyê de li ser çi hûn axivîn?
- Ew axaftin piştî bazdana Husên Kamêl bo Urdin bû.
- Gelo axaftina we li ser Îraqê bû?
- Axaftin bo Îraq û duwaroja Îraqê bû, wekî diyar e ku padişah Husên di wê demê de pêlana Fêdraliya Îraqî pêşkêş kiribû, loma têl vekir, da ku nirînên min jî li ser wa pêlanê bistîne.
- Merema te, Fêdralî ya Sinî, Şêî’, Kurdî ye?
- Belê, axaftin li ser wa babetê çê bû.
- Helwêsta we di vê babetê de çi bû?
- Min jê re got, em rêzgirtineke payebilind ji nirînên wî re digrin, û gelê Kurd tucarî başiyên wî ji bîr nake, her wisa em pêwendiyên wî bi bavê min re ji bîr nakin, û min jê re teqez kir ku wê rola Urdinê mezin be li gorî çi çareyê girêdayî bi duwaroja Îraqê ve, min jê re got ku va babeta girintirîn e, lema wê bi hewciyî giftûgoyek e pirr e, ewî jî bala xwe da ser helwêsta min.
- Lê çima tu ne çû E‘manê, ji bo giftûgo ya vê babetê bi padişah Husên re?
- Wekî tu dizanê, rastî mijûla min bi kêşe yên me yên hundirî re. Şerê hundirî li Kurdistanê dest pêkir û ji ber wê min nikarî bû navçe berda.
- Ma te tu vexwendin ji padişah Husên bo serdana E‘manê ne girtin?
- Xwedê rehma xwe lê bike di bilindtirîn pile ya nezaket (nazik) de bû, ez vexwendim bo serdana E‘manê, lê pir mixabin derfetên hundirî ne hêştin, ku ez wa vexwendinê bi cih bînim.
- Ew gihîştin hev bi padişah Ebullahê Duwem re berdewam bûn?
- Belê, piştî mirina padişah Husên me komikek şand bo sersaxiyê pêşkêş bike, û ji bo nû kirina hewasa berdewamî ya pêwendî yên dîrokî yên di navbera Urdinê û tevgera kurdî de. Padişah Ebdullah dilxweş bû bi va dest pêkirinê, û vexwendina ku rehmetî bavê wî ji min re rêkiribû dubare kir, û rastî ez bi dilgermî dixwazim va vexwendinê di nêzîktirîn fersend de bi cih bînim.
Pêwendî li gel Sû‘diyê
- Lê pêwendî yên we bi Siûdî Erebistan re çi ne, ma we hevdîtin bi xizmetkarê herdu war ên rûmet û pîroz, padişah Fehid re çê kir?
- Min hevdîtin pê re çê kir, di sala 1993ê de li Ceddê, ez di nav komeke Niştimanî ya Îraqî de bûm, û me jê guhdariyeke pircomerd bihîst, li ser alîkariya mezin ya ku Siûdî Erebistan pêşkêşî Îraqê kiribû, di dema cenga Îraq û Îranê de. Bi rastî hewasa melîkê mezin li ser duweroja Îraqê û li ser yekîtiyawê, û amade bûna Siûdî Erebistan bo rakirina êş û azara li ser gelê Îraqî mezin bû. Rastî ev cara yekemîn bû, ku min xizmetkarê herdu war û cihên rûmetdar û pîroz dît, lê baweriyeke xurt li gel min pêda kir, bi dilsozî û hewasa xwe ya li ser Îraq û gelê Îraqê.
- Li ser pêwendî yên we bi Siûdî Erebistan re, ma hîn berdewam in?
- Belê bi teqez, Siûdî Erebistan dewleteke bingehîn e li herêmê û giran ya wê û rola wê ya hukar heye, em zor hewesdarin bo berdewamî ya pêwendiyan vê re û em wê agahdar dikin li ser hemû tiştê girêdayî bi duwaroja Îraqê û çareser kirina doza kurdî.
- Kengî pêwendî yên we li gel Siûdî Erebistan re dest pêkirin?
- Pêwendî kevin û xurt û cîgirtî bûn bi rehmetî padişah Feysel re, û rastî ewî alîkarî yên mirovî yên mezin û girîng ji me re pêşkêş kirin. Ji layê me, tucarî em ê nikaribin wan alîkariyan ji bîr bikin.
- Ma gihîştin hev, di navbera padişah Feysel û Mele Mustefa de hebûn?
- Belê, û pêwendî yên cîgirtî û baş û berdewam bûn.
Pêwendî li gel Mexrib
- Li gorî Mexrib, pêwendî yên we bi Hesenê Duwemîn re hebûn?
- Li gor zanebûna min, mixabin hîç tu pêwendî tune bûn.
- Ma we tu bizav di va warî de ne kirin?
- Bi rastî me bizav ne kir.
- Ma hûn nizanin, ku rola Mexribê di siyaseta Erebî û Cîhanî de heye?
- Em vê yekê dizanin, ew jî teqeze; ku em meraq dikin, ku pêwendiyan li gel Mexribê deynin, lê belkî me rêça, ku em tê re dest bi pêwendiyan bikin ne dîtî ye.
Pêwendî li gel Cezaîrê
- Gelo pêwendî yên we li gel serokê Cezaêrê Hawarî Bomdyen hebûn?
- Rehma Xwedê lê be, lê gelê kurd bîranîn in xwe yên tehl bi Hawarî Bomdyen û giropê wî re hene.
- Çima ew bîranînên tehl?
- Ji ber ku endizyar û xwedî rola herî mezin bû di peymana sala 1975ê, di navbera şahê Îranê yê kevin û Îraqê bi navberî ya Kîsêncir, û ew peyman, ya ku diviya bû neyê îmze kirin li ser erdê Cezaîrê, ewa ku Hawarî Bomdyen roleke mezin tê de lîst, ku bo gelê Kurd xişim û bela bû.
- Ma di pê re we bizav ne kir, ku hûn rewşê serrast bikin bi Cezaîrê re?
- Ez ê ne dorî rastiyê bim, eger ez bibêjim, Kurd bi hemû nirînên xwe, û bi tevayê rêkxirawên xwe hest dibûn bi êş ji Bomdyen û Cezaîrê ta dortirîn sînor.
- Ma ev li ser Elî Binbîlla dimeşe?
- Na, tu carî, gerek bû ku berî demekî min hevdîtin pê re çê kiriba, lê bûyereke giring çê bû, wê ne hêşt hevdîtin çê bibe, lê gihîştina hev me pê re berdewam in.
- Ew çi bûyer bû?
- Diviya bû bihata dewleteke Ewrûpî bo em hevdu bibînin, lê bûyereke (U‘nf) li balafirxanekê çêbû ,kir ku neyê.
- Ji bo vekirina rûpeleke nû, ma te pîroznameyek ji Ebdilezîz Boteflîqe re neşand, piştî serketina wî li helbijartin ên dawî?
- Rastî min tu name yên wisa neşandin, û ez bawerim ku ez ê newêrek bim nameyek wiha firê bikim, ji ber ku ew wezîrê derve yê Cezaîrê bû dema peymana sala 1975ê, hat li dar xistin, ew bi xwe endizyarê wa peymanê bû, û ji min bawer bike ku gelê kurd ne mumkîne bipijrîne, ku ez nameyeke pîroziyê jê re firê bikim.
Pêwendî li gel Tûnis
- Lê tiştê girêdayî bi Tûnisê ve? Ma pêwendiyên we bi serokê kevin El-Hebîb Borqêbe re hebûn?
- Belê, hevdîtinin bi El-Hebîb Borqêbe re çêbûn, lê ne bi bavê min Mela Mustefa Barzanî re, lê bi nûnerê me yê kevin re, ew ê li Qahêrê: Şewket Ekrawî yê ku nameyek ji serokê Tûnisê yê kevin re bir û bersiva nameyê ji Barzanî re anî, ez bawerim ev hevdîtina li sala 1965ê bû an di sala 1966ê de çêbû.
- Ma pêwendî berdewam bûn?
- Na, berdewam ne bûn.
Rêxistina Rizgarî ya Filistînî
- Kengî pêwendiyên we bi serokê Filestînê Yasir Erefat re destpê kirin?
- Pêwendî bi Bavê E‘mmar re pêwendîne kevin in, û tu quriş neketin di nav de, ew berdewam bûn, û em bi hêvînê berdewam bin heta heta. Bavê E‘mmar li gel me bû di zortirîn nîr û zehmetirîn derfet de.
- Kengî wan pêwendiyan dest pêkirin, ma hevdîtin bi Mele Mustefa re çêkir?
- Mixabin, hevdîtineke wiha çênebû, tevî bizav ên me yê berdewam kirî, sedema wê jî ku bira yên me li Bexda li dijî wê hevdîtinê bûn.
- Li gorî te, te hevdîtinê pê re kirî ye?
- Belê.
- Ma li ku bû ew hevdîtin?
- Cara yekem min li Bexda hevdîtin pê re çêkir, pê re em gîştin hev bi têlê û name di navbera me de berdewam bûn, û ji agahdariyê re dema bizava kuştina min li Viyêna hatî kirin di sala 1979ê de, destpêkirin ji wî de; ku alîkarekî xwe û pasportek ji min re hinart, û ji min re cihekî hêmin amade kir, belkî ne ji wa alîkariya bi nirx ba ya ku ez ji bîr nakim, ez ê pêrgî zehmetin mezin bihatama.
- Ji layê siyasî ve helwest ên Filestînî çi bûn?
- Helwesta Filestînî ji berê de û ta niha bi mafên gelê kurd re ye.
Pêwendî li gel Yemen
- Pêwendiyên we li gel Yemenê hebûn?
-Pêwendiyên me bi Yemena başûr re hebûn, wan pêwendî di çerxa Ebdilfetah Ismaîl de dest pê kirin, pê re berdewam bûn di dema Salim Rebî´i Elî, û di çerxa Elî Nasir Mihemed de, û bi rastî pêwendiyên min ta roja îro berdewam in bi Elî Nasir Mihemed re.
- Û bi serok Elî Ebdulla Salih re, pêwendiyên we hene?
- Na.
Seddam Husên
- Te hevdemiya hemû serokên Îraqî kir, Ebdilkerîm Qasim, Ebdilselam Arif, Ebdilrehman Arif û Ehmed Hesen El-Bekir, pê re Sedam Husên, kîjan ji wan, bi baweriya te, ku di dema wî de fersenda çareserkirina doza kurdî hebû?
- Ez bawerim ku Ebdilkerîm Qasim cihêyî ji yên din bû, ji ber ku pir pêşkêşî Kurdan û Îraqê kir.
- Li gorî serok Sedam Husên. Ma girêdanên te yên taybet pê re hene?
- Divê em rastiyan wek heye bi bîr bînin, piştî vegera Partiya Baas deselat kirt di sala 1968ê de, rêjîma li Bexda hemû şêwe teqîkirin ji bo şorişa kurdî kûr (tune) bike, li vir ez bawerim, ku leşgervan mîna: Ehmed Hesen El-Bekir û Salih Mihdî Emaş û Herdan El-Tekrîtî yên tûjtir bûn. Di wê demê de basikê sîvîl di partiyê (P. Baas) hîn rewş bi dest xwe ne xistibûn, lê pê re û piştî beravêtina êrîşa leşkerî li ser me, biryar kete dest ên basikê sîvîl bi serokatiya Seddam Husên, û Seddam Husên roleke mezin lîst di gîştinheva peymana yanzdehê adarê sala 1970ê. Dema guftego li ser peymanê çêdibûn, Seddam Husên zor çîk (wêrek) bû, di nirîn û helwest ên xwe de, û rastî ne ji çîkîtiya Sedam Husên ba, ew ên dîtir li ser peymanê mor ne dikirin, divê vê rastiyê em bi bîr bînin. Lê li gorî tiştê pê re çê bûye, ev tiştekî dî ye.
- Li gorî çerxa padişahî, pêwendiyên wî bi we re çawa bûn?
- Ingilîz bi xwe problêm bûn di çerxa paşeyî de, û rastî Kurda dilxweşiyeke bê hempa bi padişah Feyselê yekem anî, gava deselat li Îraqê bi dest xwe xwe ve anî bû. Kêşeya me di wê demê de bi Îngilîz re û bi destyar (tembîvan) Ebdil Îlah û serokwezîr Nûrî El-Seîd re bû, ne bi padişah Feysel re bû.
(Hevpeyvîn ji Erebî wegeriye kurdî.)