HELEBÇA 

Li nava cîhanê bê  cî  û bê warim

Li nav dinyayê perîşan û hejar im

Li ser welatê xwe îro efreniyar im

Bi dîroka helebçê re  birîndar im

 Ji xem û derdanre dil bi êş û jarim

Dîroka helebça her dinîvîsînim

Ji xelk û alemêre ez di borînim

Hêsirê çavan her dem pêre dirjînim

Bi êşên dil bikîn dîrokê dixwînim

Bi vê dil şewatiyê ez dilbirînim

Kuştin û talan li nav warê me dadan 

Ma çi halane rabûye li Kurdistan

Neyarê xwîn xwar li me kiriye talan

Li nava cîhanê  em kirin perîşan

Ax heware li me bûye derdê giran

Birîna helebça kûre bê dermane

Ew sedamê pîs û xwîn xwar bê sewdane

Ne go çilo li kurda bi kim fermane

Canê mirovan li ber wî çi erzane

Ma çi bêjim tu guneh karê  cîhane

Tu ma ji çire ey sedamê kulûja

 Destê kê keve wê guştê te birêja

Mane bes te kuştin keç û xortên hêja

Te çikir li kurda ka derdê me bêja

Çibikim destûra  kevnar û qirêja

Ji kevnde li me kurda tu dike azerî

Ma kurda çikirî ji te ey sîxurî

Dam destan bi hevdin hilgirin vî barî

Em kurd tev bidin li ser rêka rizgarî

Yusra Zibêr

1988/3/30

KDC

FREE
VIEW