Têkoşîn û Jînenîgariya Pêşmerge ( Xalid Yûsif Mihmed Sylvanî )Navdar Bavê Kurdo 

Gava ku bîranîna berxwedana yek ji wan Lehengên pêşmergeyên wêrek bi me dikeve, ziman nikare qala cesareta dilê wan û mezinahiya navên wan bike ji ber ku ew tenê Nimûneyên qehreman û kêrhatî ne, ji bo bilindkirina gotina rastiyê û pankartekê. Welatek li Ezmanan, Mezinê Kurdistanê, tê ku giyanên xwe bide Millet û axa xwe bi xwîna zîrek û giyanên pak av bide,

Navê Sêqatî ( Xalid Yûsif Mihemed ) yê ku tê Nasiyar( Bavê Krdo ) li Sal 1955, ji bine Siya Maleka hejar û Kurdperwer , li Gûndê ( Kewashi ) yê bi ser devra Sylaniya ji dayîk bûye û hatiya li serrûyê dunyaye, , û her weha Stûnek ji wan bejnên rêzdar, berz û bilend bû, Xwendina xwe qûnaxa yekemîn dawî kir û Bavê heft Zarokane.
Li Sala1974, li Şorşa Eylûla Mezin bibîte Pêşmerge digel Cenabê Bavê xwe yê Navdar ( Yûsif Miho Hemra Kewashi ) Welneksuya 1975 ,digel Xêzana xwe Aware û Koçberî Welatê Îranê dibît, Ta bighe Sala 1977, vedgerine Êraqê êkser dihêne Nevîkirin,(wate binçavkirin ) bû Başûrê Êraqê Parêzgiha Neçef, li Qeza Abû Sexîr,
her wiha Sala 1978 bi lêbûrînka rejîma Baas vedgerine deverê,

” Bavê Kurdo ” Sala 1978 pêwendî bi Rêxestinê nihêniyen Partî diket her wiha Sala 1983 dest bincamdana Çalakiyan diket dinav cergê rejîma Baas Xwînmej de, 24 – 3 -1986) digel hendek hevalên xwe ji layê rejîma Baas ve dihêne Aşkerkerin û her wisa têne dadgehkirin, li ( Mehkema Sewra ) Dadgiha Şoreşê ) bi Zêndana heta heta yî ( Mûebed ) li Girtîgeha Abû Xêrîb dimînit,
Tîkoşer û Pêşmergê Bavê Kurdo di Zindanê de rastî Êşkenceyên herî tirsanak û giran hatin, û ji pişa wê êşkenceyê Gurçika xwe wenda kir,
başî bi lêborîna Giştî Li Sala 1988,
Serbest dihête Azadkirin, berî Serhildana Bihara Sala 1991 destpêpket Abû Kurdo Peyîwendiyî bi Hevalên xwe yên Pêşmerge biket û haziriya Serhilana Bajaê Sêmêlê bikin , Wî li Sibeha Roja 14-3-1991- Serkêşiya Serhildanê diket, Komelgiha Mesêrîkê , û Bajarê Sêmêlê ji dar û destên rejîma Be’iss rêzgardikin,

peştî Serhildanê hiya roja çûyîna wî, Çendî peleyên Leşkerî û Partî Wegirtîne weko ( Amer Betilyun .. Amer Hêz .. Amer Fewc wate Artêş .. Endam Nawçe .. Kagêr Nawçe .. Endamê Lijna Raweckarî ya Leqa Heşit Partî dîmokratî Kurdistan li Bajarî Zaxo, û bejdaî dihemî Şerên li Ser Herêma Kurdistanê hatîne Sepandin Kirye kû dwmahîk Şer dijî Rêkxirawa Terorîstî Daiş bûye
Abû Kurdo kesekî dil pak û Kurdperwer û dilsozê Partî û Rêbaza Barzniyê nemir û Şoreşgerê qada Şoreşa Eylûl û her wisa Mêrxwaz û dilêrê Serhildana Qeza Sêmêl a rengîn bû, lê Sed Mixabnî ve li Roja 25- 3- 2015an- Oxira dûmahî kir,

Piştî Şehadeta wî, bi sedan rûniştevanên bajar, bajarok û gundên nêzîkê Navçeya Sêmêl û her weha Endamên saziyên sivîl û Leşkerî li Herêma Kurdistanê, beşdarî merasima Oxirkirina termê Şehîd û Şervanê Pêşmerge ( Xalid Yusif Mihemed )bûn cîhê bêhnvedana wî ya dawîyê li Goristana Sêmêl, digel Lîlandin û Lorîkên dayikan û baxên kulîlkên Gulan sipartin Axê Kurdistana pîroz .

Hezar Silav li giyanê wî yê pak “Bavê Kurdo’, û li hemî Şehîdên rêka azadiya Kurdistana pîroz, û her weha rûmeta ebedî li rewanê Pêşwayê bilend yê bi nav û Nîşan, Sewerê Şehîdan û Serkêşê Şoreşan, qehiemanê nemir ( Mûstefa Barzanî ) û Kak Êdrîs her dem Sax û Zîndî di dilê gelê Kurd û Kurdistaniyan de ..

___

Li Şûna Bi Tenê, Werin Em Bi Hev Re Bixebitin

KDC

Salvegera Enfalê

kurdish dc

Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê?

KDC
KDC

FREE
VIEW