TÎRÊJA DASTANA ŞERÊ PRDÊ Û SIHÎLA..!!

Bîranîna dastana berxwdaniya Şerê” Sihêla ” dikeve sala xwe ya
Pêncemîn da ku rûpelên dîrokê di derheqê berxwedana wan lehengên Pêşmergeyên Kurdisatnî bixemilîne û herwiha ji bo ku ev destan di bîra gelê Kurd de û jiyanê de nemir û bimîne, ji ber ku lehengên ku bi xwîna xwe ya Zelal û giyanên xwe yên paqij, riya xêrê xêz kirin piwîste her kes rêz li wan bigire û her dem rêz li wan we re girtin,

Di vê roja mezin de, roja ku qehreman şerên namûs û şerefê di Medaliya Rûmet û Serfiraziyê dimeşandin, roja ku General”Mansûr Barzanî ” ,piştî ku şer bi serfirazî qedand ber bi Hêzên ( Lêşkerên_Roj ) ve çû û ji wan re got, Ma ew? Hûn dizanin ku hûn ji min ji serok komar heztir in, hûn kurên wî ne ku ji min nêzîkê dilê wî ne

Dûv re wan qehremanên dilsoz bi germî û dilşadî dirûşmeyên serfiraziyê gotin bi can, bi xwîn, Em ji te re Cangûrî ey Barzanî. Bi vî awayî destana “Sihêla ” sernavê xwe di dîrokê de tomar kir herwiha Dastana Perdê û Sihîla sîmbola bergiriya xelkê Kurdista û têkşkandina pilanên dijmena bo .

Dawiyê dîsa dûbare Tîrêja dastana Şerê Perdê û Sihîla pîroz be li giyanên wan pak û pakrewanan.

EMEL HESEN

KDC

FREE
VIEW