Roni Mazlum Deli
Ew welatên ku ez diçim betlenaye pir girîngîyê didim dïtina Muzexaneyan, her car ku diçim Muzexaneyek tiṣtên nû, cûda û balkêṣ dibînim.
Muzexane saziyek e ku ne bi armanca qezenc kirine hatîyê avakirin, saziyek daîmî ye, ji civakê re xizmet dike. Ji bo lêkolîn, berhevkirin, parastin, ṣirovekirin, jêderjistin û pêṣandana tiştên madî, ne madî û fikrî tên avakirin.
Muzexane civakî ne, gelemperî ne, gihiṣtî ne, navketî ne, cîhêrengî ne, û domdarîyê pêṣ dixin.
Muzexane saziyeke ku tiştên ku ji bo mirovatiyê muhîm in nîṣan dide, ew tişt adet, kultûr, huner, dîrok, û awayên jîyane eleqeder dike.
CUREYÊN MUZEYAN:
Komele ya Yêkîtîya Muzexaneyan bi navê “Museana” Muzexane bi 5 cureyan bi nav dike.
- Huner
- Dîroka Xwezayî
- Dîroka miletan, netewan
- Etnolojî û Karsazî
- Zanistî û Teknolojî
Hinek Muzexane li ser yek ji van kategorîyan pêk te, lê nimûneyên Muzexaneyan hene ku du an jî zêdetir ji van kategorîyan pêk te.
Muzexaneyek bi giṣtî ve berhevoka xwe heye; ji tiştên ku her tim li pêṣangehê ne, jê re ” Komkirina daîmî, berhevkirina sabît ” jî tê gotin. Ew bi giṣtî ve parçeyên, tiştên Muzexaneyê giranbiha, bêhempe û yekane ne, wek wêne, peyker, û/an karên arkeolojîk in. Di gelek Muzexaneyan de jî cihên pêṣengehên demkî hene.
MUZEXANE ÇAWA ÇÊBÜ
Muzexane xwedî dîrokek dûr û dirêj e û gelkî dewlemend e. Ew di dema Alexander ê Mezin ve, ji peyva ” Mouseions” hatiye girtin. Dest pêk de ew wek navendek perwerdehîyê dihat bi kar anîn. Di dema Ronesansê ( Renaissance) de ev guherî û cihê xwe da berhevkirîyên berhevkaran.
MUZEXANE JI BO ÇI BAṢIN Û GIRÎNG IN
Muzexane xezîneyên civakan, miletan, netewan in, cihên ku kal, pîr, zarok û ciwan dikarin gelek tiştên girîng jê fêr bibin. Ew mêjûya dîrokê ye, mêjûya huner û çand e, mêjûya zanistî û teknolojî ye, Etnilojî ye. Bi serdana Muzexaneyan em dikarin li ser Cîhana li dora xwe bêtir fér bibin û tê gihiṣtina xwe ya li ser mijarên cûda zêde bikin, ji ber vê yekê jî Muzexane pir girîng in.
MUZEXANEYA HERÎ NAVDAR A CÎHANÊ
Helbet gelek Muzexaneyên navdar û girîng hene, lê hinek ji wan, wek Muzexaneya Louvre li Parîs ( Musée de Louvre Pari) gelek hatine hatine naskirin, Muzexaneya ku herî zêde di Cîhanê de tê zîyaret kirin û yek ji mezintirîn Muzexaneyan e, ji bo nimûne, Muzexaneyeke ku pir caran ji bo nîṣandana huner, zanistî, dîrok an bi çandê te bi kar anîn. La Louvre Musée, ew yek ji mezintirin Muzexaneyên hunerî, li Cîhanê ye, û ji peykerên Pêṣdîrokî û Sarkafagî yên Misrî bigre Heya tabloya herî navdar a Cîhanê Mona Lisa. Muzexaneya herî mezin a Cîhanê ye ku bi tevahî cîhê pêṣengehê hema hema 73 000 metre çargoṣe û 10,000 dereceyan e.
KEVINTIRÎN MUZEXANEYÊN CÎHANÊ
Wek kevintirîn Muzexaneyên Cîhanê, Muzexaneyên jêr tên naskirin.
- Capitol Musea, Roma
- Vatican Musea, Italî
- Prado Museum, Spanya
- Ashmolean Museum, UK
- Muzexane hunera bedew û Arkeolojîya Brabançon, Fransa
- Charleston Museum, VS
- Herzog Anton Ulrich Museum, Almanya
MUZEXANE HERÎ XWEṢIK A CÎHANÊ
Helbet gelek Muzexane xweṣikin, herkes cûda lê dinêre lê li gor ” Travellers Choice Awards of Trip Advisor” ” Musée d’orsay li Parîsê, Muzeya herî xweṣik e di Cîhanê de lê ew dem bi dem tê guhartin.
Li Cîhanê nezî 95 000. Muzexane hene, lê hinek ji wan ji ber pirsgirêkên aborî girtî ne.
Gelek miletan Muzexaneyên xwe li derveyî welatê xwe jî hene, wek Ermenîyan, Cuhîyan, Tirk.
Ji bo me Kurdan jî hebûna Muzexaneyek li Diaspora gelek girîng e. Muzexaneyek netewî ku ji berjèwendîyên biçûk û ṣaxsî dûr be, Muzexaneyek pir berfireh, li Brukselê, paytexta Ewropa pêwîste. Ji bo ku Bruksel paytexta Ewropa ye û cihekî pir girîng digire. Wek min got, Muzexaneyek pir berfireh ku tê de Dîroka Kurdan, hemû komkujî û genosîdên li ser Kurdan re derbas bûyî ne, cil û bergên Kurdî ji her mintiqe ( cil û bergên mêr, jin, zarok û cîwanan), çanda Kurdan, mûzîk û folklora Kurdan, kultûr û gelek tiştên din ên kultûrî hebe.
Lê avakirina ew Muzexane ne tenê karê kesek yan Komeleyek e, ji bo ku mesarîfê vî karî zede ne pêwîstîya alîkarîya Harêma Kurdistan heye.
Konfederasyona Navenda Revenda Kurdistanî dikare li ser vê mijarê rolekî girîng bide ser milên xwe, Hikûmeta Harêma Kurdistan re bikefe nav dîyalogek û zûtirîn kat gava pêṣîn bavê je.
Ew 30 sal in di hemû xewn û xeyalên min de Muzexaneyek bi vî rengî heye. Min li gel hemu Kurdên ku ez nas dikim behsa vê xewn û xeyala xwe kirîyê.
Mixabin hinek Kurdan ji van xewn û xeyalên min îstîfade kirine, li gel min ji bo avakirina Muzexaneyek komele jî avakirin e, lê ez nîv rê hiṣtîme, bersiva min jî nadin. Heyf û mixabin.
Roni Mazlum Deli
11/02/2024