DI DU ROJÊN DÎROKÎ DE KONGREYEKE SERKEVTÎ LI DIASPORA

DI DU ROJÊN DÎROKÎ DE KONGREYEKE SERKEVTÎ LI DIASPORA

Rojên 7 û 8ê 12an 2024 li cîhanê û rojhilata navîn bûyereke dîrokî qewimî. Rejîma Partiya Baas li Suriyê bi pêṣengiya malbata Esed a 51 salî ruxiya.
Wekî tê zanîn Partiya Baas ya Ereban, partiya fikra nasyonalizma Erebî bû, nasyonalizma ku piṣtre sal bi sal qulibî nîjadperestî û ṣovenizmê ku ji aliyê Miṣael Eflaq û hevalên xwe ve hatibû damezirandin. Li Iraqê û Suriyeyê desthilatê û dewletê bi dest xistin. Li Iraqê Erebên sunnî dewletê bi dest xistin û li Suriyeyê Erebên alevî (nasturî). Li Iraqê piraniya xelkê ṣia, desthilatdar sunnî bû, li Suriyeyê berevajî piraniya xelkê sunnî, lê desthilatdar alevî bû.
Li herdu aliyan jî beṣekî ji civaka kêmjimar zor û zilmeke zêde li piraniya xelkê û li muxalifan dikir. Vêca li herdu aliyan jî zor û zilm li miletê Kurd dikiran. Berhevdana asta zilmê ne rast e, zilm zilm e. Lê digel vê rastiyê mirov dikare bêje, zilma li Iraqê jenosid bû. Enfal, hêrişa bi bombeyên kimyevî li Helebçeyê li çendin parlamentoyên welatên demokratik wekî “komkujî (jenosid) hatiye pesend kirin. Li Suriye jî teda û zilm hebû û bi têra xwe; belkî ne di dereceya Helebçeyê, Barzan û Germiyan de bû, lê hêrîşên wekî “Ṣewata Sinemeya Amûdê” li vî beṣê welatê me jî bi ser xelkê me yê rojavayê Kurdistanê de qewimî bû.
Dîktatorê xwînxwar Saddam berî 21 salan hat rûxandin û sêdare kirin.
Berî du rojan jî rejima diktatorî baasî ya duyemîn ruxiya li Suriyeyê. Roja yekṣemê 8.12.2024 mirovayetî bi agehiya ruxandina diktatoriyeke din ṣad bû.
Di van herdu rojan de ku rejima baas dihejiya, li Berlinê Kongreya duyemîn a Konfederasyona Revenda Kurdistanî berdewam bû.
Roja yekemîn a Kongreyê li nav mêvan û nûneran dihatin axaftin ku rejim li ser çûyînê ye.
Roja duyemîn sibehê nûner û mêvanan sibehê mizgîniya rûxandina rejîmê didan hevdu, li taṣtê mijar ev bû.
Kongre roja duyemîn bi vê nûçeyê destpêkir, bi ragihandina nûçeyê hemî beṣdar rabûn ser piyan bi sirûda neteweyî ev mizgînî salonê dagirt. Keyfxweṣî di rondikên çavan de herikîn, bi duriṣma bijî Kurd û Kurdistan bû dengê hevbeṣ.
Bayê azadiyê li salona kongreyê dilê hemî beṣdaran geṣ kir. Bi vî rih û hisan, Kongreyê rojeva xwe domand û hilbijartina komiteya rêvebir bi ṣêweyeke demokrat çêbû, encam hatin diyar kirin. Kesên hatin hilbijartin ji aliyê Kongreyê ve pîrozbahî li wan hat kirin. Li dawî ruxandina rejîma baasê û serkevtina kongreya duyemîn bi ṣahiyeke hûnerî, bi muzîka Kurdî hat pîroz kirin.
Kongreya duyemîn me heft hevalan ji bo rêvebirina Kongreyê hilbijart, ṣeṣ hevalan erkê serokatiya Komiteya rêvebiriyê sipartin min, lê me heft hevalan bi hevahengî kongreyê birêvebir û bi disiplîn û rizaya nûneran serkevtî bi dawî anî.
Ji aliyê xwe de spasiya mitmaniya (bahwerî dana) kongreyê dikim, ku me layiqê vî xizmetê dîtin.
Bo me cîhê ṣanaziyê ye, di van du rojên dîrokî de, me Kongreya duyemîn a Konfederasyona Revenda Kurdistanî birêvebir û Kongre bi serkevtî temam bû.

Çend têbinî bo Kongreyê…
* Kongre wêneya demografiya Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê bû. Nûnerên Kurdistaniyan ji çar aliyên dinyayê amade bûn.
* Kesayetên ji hemî reng û dengên Kurdan û Kurdistaniyan hebû, warê lehce, bawerî, erdnîgarî, çandî ve.
* Li salonê wekî di peyama berêz Serok Mesûd Barzanî de hatibû gotin, partiyetî nebû, Kurdîtî û Kurdistanîtî li pêṣ bû.
* Duriṣma Kongreyê Yekitî hêz e, ew hêz li Kongreyê hebû. Rihê Ehmedê Xanî amadebuyiyan pêçabû.
* Nîṣanên neteweyî niṣtîmanî xeta sor bûn. Alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî Ey Reqib, û têgeha erdnigariya welatê me Kurdistanê çarçoveya Kongreyê bû, wisa jî hesasiyet û rêzlêgirtina mafên pêkhatiyên resen li Kurdistan… Pêkvejiyaneka aṣitiyane têgeheke giring bû.
* Hesasiyeta bo parastina zimanê Kurdî bi taybet cîhê keyfxweṣî û serbilindiyê bûn. Gotarên bi Kurmancî, Kurdiya jêrîn Soranî, Dimilkî (Zazakî), Hewramî ji aliyê gohdaran ve bi coṣeke zêde dihat gohdarî kirin.
* Wêneyên serok û pêṣewayên me, li piṣta me bû bê ferq û cudahî.
* Kongre wekî ṣahiyekî derbas bû. Mêvandarî û pêṣwazî û ezimandina Kongreyê cîhê serbilindiyê bû.
Destên wan hemî hevalan sax be, yên ku pêṣamadekariyên kongreyê rêvebiribûn, yên demê Kongreyê di xizmetê de bûn, destên wan sax û spasdariyeke ji dil û can bo hemiyan.
Medya, serî de sponsorê Kongreyê KurdistanTv, wan jî erkên xwe bi baṣî bi cîh anîn.
Li dawî bêjim, kongreyeke di pîvanên (standardên) civînên Ewrûpî de bû. Kurd mecal hebe, ne ji kesê kêmtir in!

Li dawî dixwazim bêjim:
Ṣanseke mezin bû ev Kongre di van herdu rojên dîrokî de pêkhat. Li dîroka Konfederasyona Revenda Kurdistanî de dê ev du roj û ev Kongre bi ṣanazî li bîr bimîne.
Kongreyê biryareke awerte, raybet bo piṣtevaniya rojavayê Kurdistanê jî bi yekdengî û bi coṣeke zêde, bi çepikan pejirand. Teksta biryarê dê cuda belav bikim.
Endamên Komiteya Rêvebiriya nû yek bi yek pîroz dikim, ji wan re qewet be di xizmeta doza milet û welat û Kurdistaniyên diaspora de. Û em jî di xizmeta wan de ne.

Bayram Ayaz
10.12.2024

___

Ez Kurdaxim 

KDC

TÎRÊJA DASTANA ŞERÊ PRDÊ Û SIHÎLA..!!

KDC

„Malik ê Gur“ de

KDC
KDC

FREE
VIEW