Navenda Revenda Kurd Li Derveyî Welêt

Giringtirîn armanca damezrandina Baregeha Barzanî ew bû ku em li ser wê nerînê rawestin û li hev bikin ku milletê Kurd li dîaspora û parçeyên din ji aliyê kulturî, dîrokî û giyanî bi Kurdistanê ve bêne girêdan.

Rê û rêbaza sereke jî bi nêzikkirina partî û rêxistinên Kurdan ên li dîasporayê bîne cem hev û girîngiyê bide nirxên neteweyî. Ala neteweyî, welat, sirûd û hwd. bingehên hembêzkirina ruhê neteweyî ne. Armanca bingehîn xebatên dîplomatîk û neteweyî yên navxweyî bûn. Bi vê armancê hemû welatên Ewropayê hatin ziyaretkirin û bi hevdîtinan daxwaz û pêşniyar hatin wergirtin. Niha hema hema li seranserê Ewropa û Amerîkayê van xebatan di bin navê “Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt” de dest bi sazîbûnê kirine.

Damezrandina navendê bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî hatiye dest pê kirin. Ew navenda teftîş û çavdêriyê ye.

Berpirsê Giştî Tahir Hewramî got, “dem hatiye ku Kurd jî mîna hemû neteweyan bi hevparî nûnertiyê biafirînin.” Platformeke neteweyî ye ku di çarçoveya projeyeke neteweyî de hatiye afirandin ku nirxên Kurdistanê hembêz dike. Li ser daxwaza Serok Barzanî dikare wek platformeke yekîtiya netewî bê bi navkirin. Yekane remza me Ala Rengîn e.

Navend, di hemû qadên wekî perwerdehiya zimên, tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkan, komîsyona jinan û hwd. de xwedî planekê ye.

Tahir Hewramî; “Em ciwanên xwe amade dikin ku bi taybetî li dîasporayê yên zankoyê û perwerdehiya akademîk dixwînin, di nava partiyên siyasî, saziyên hikûmetê û xebatên dîplomatîk de cih bigirin. Em ê di nava çend salan de berhemên van hewldanan werbigirin û lobiyeke Kurd wê bi xurtî ji bo destekkirina çar parçeyên Kurdistanê derkeve holê.”

Gelê me eleqeyek mezin nîşanî civînên li Ewropayê hatin lidarxistin da. Fikir, plan û daxwazên xwe bi rengekî ku xizmetê ji yekîtiya neteweyî û welatê me re bike, bêyî ku alîgiriya siyasî bike hevkarî kir. Tevî ku hinekî ji ber Coronayê çalakî kêm hatibin kirin jî, amadekarî bi lez û bez dewam dikin û xebat gihîştine qonaxa dawî.

Tahir Hewramî ku berpirsê navendê ye ji nêzîk ve bi rê ve bir û çavdêriya xebatan kir. Xebat êdî gihîştiye qonaxa xwe ya dawî ya sazîbûnê. Weke tevgera herî bingehîn tê armanckirin ku Kurdan ji tevliheviyê rizgar bike û xwedîtiyê biafirîne. Yek ji wan peywiran e ku çand û ramana Kurdan li ser hîmê yekîtiyê ji cîhanê re vebêje.

Li hemû cîhanê nifşekî pir perwerdekirî heye ku bi çend zimanan dizanin lê ji ber ku ruhekî hevpar nîn e her cure derfetên siyasî, çandî û bazirganî nikarin werin meşandin. Ji Elewî heta Êzidî, ji Xiristiyan heta Yarsanan, ji bo pêşvebirina welêt, xwedîlêderketina wê û sûdwergirtina ji derfetên navneteweyî, plana ku navend dixwaze xurt bike ye.

Danasîn, pêkanîn û veguhestina saziyên me yên perwerdehiyê, bernameyên li welêt ber bi qadên derve ve, wê qadeke din a xwendinê be. Ev yek wê li tevahiya Kurdistanê rê li ber pêşketina hestên neteweyî, hêz û pêşketina ciwanan, her wiha rê li ber berfirehbûna derfetên navneteweyî veke.

Ji bo xebatên kongreyê bi bernameyeke hûrgilî bê temamakirin, biryara entegrebûna li welatên Ewropayê hate dayîn. Bi vî rengî wê ruh û berjewendiyên neteweyî yên hevpar ên Kurdayetiyê ya li ser bingeha Kurdistanê bêyî cûdahiya her cure fikir, siyaset û şêwazan were avakirin. Piştî damezirandinê, bi desteka dewleta me wê xebatên xwe weke ku tê vegotin û bernamekirî pêk bîne. Xwedîderketina neteweya me li her qadê, pêşketina neteweya me ye. Navend dixwaze, ji awayê têgihîştina partiyan û ji tevgerên takekesî û grûpîst wêdetir, bi awayekî hevpar bixebite.

Çalakiyên me yên lobîyî ên wek miletên din xurt tune ne. Bi vê rêyê em dikarin dawî li vê bînin. Xebatên lobî û dîplomasiyê yên di çarçoveya berjewendiyên neteweyî yên hîn bi bandortir de, wê bi rengekî yekdeng yên ku berjewendiyên tevahiya Kurdistanê hedef digire û digire nava xwe, bên meşandin. Yek ji armancên stratejîk ên navenda me ew e ku kampanyayeke lobî ya Kurdan a taktîkî û bi bandor were organîzekirin ku bi xurtî piştgiriyê bide doza Kurdistanê.

Di bernameya serekî de hatiye gotin ku dem hatiye ku doza Kurdistanê li dîasporayê weke yek deng, yek beden bi hev re kar bike û saziyeke Kurdistanî ya bihêz û bi bandor bi mebesta yekxistina rêxistinên parçebûyî ye. Ya mayî jî ked û piştgiriya miletê me ye.

Îsmet Yuce

___

Afrîn û binpê kirina mafê mirovan

KDC

DÎASPORA Û KOÇBERΠ

KDC

Dîmenê Mîdiyan di romana JOSEF NYÁRY de

KDC
KDC

FREE
VIEW