Berxwedana şêrejina Kurd ya ji Rojavayê Kurdistanê li Çiyayê Şingalê ( Xensa Şemdîn Elî )

Bê guman gava meriv qala, rol û têkoşîna qehremanî û lehengiya Jina Kurd dike, di warê amedebûna wê di dîroka gelê Kurd de, her wisa berxwedanî û dilsoziya wê di dastanên ceng û bervaniyên de, wê demê hestê meriv ji kêfa awaza reqsa gulan dike û fîxana dengê bilbil dişare û dinalîn e li ser esmanê ezmûna hebûnê.

Sorgul û minar bi vejîneke nûh geş dibe bi şevnema xemil û xêza wan ŞêreJinên û partîzan ên canfîda û wefadar, Xunava rûmeta azadiyê diherike li ser rûyên tifenga nazdar û şermîn lehî ji wan xunavan pêlan dide li ser çem û gelî û çiyayên Kurdistana bedew, ji ber vê yekê, tu dil neman ku nebûn aşiqê bejin û bala wan û tu can neman ku nebûn cangiyên kilê çavên şoreş û aştiya peyama wan.

Navê siyanî : Xensa Şemdîn Elî ) ya ku bi navdar Xensa Mîranî
Dîroka jidayikbûnp : 1-1-1976 – ji Gundê “Kaniya Derêj “( Ên tawîl ) ya ser bi Herêma Koçera ve dikeve rojhilatê şarê Dêrikê.
Asta Xwendinê : Xwendekareka peymangeha Hemşîre li Parêzgeha Hesekê,
Bawernema Harîkaryê Nûjdariye li Rojava wegirtiye.herwiha di bin siya maleka girs û berz û nîştimanperwer û dilsoz ên rêbaza Partî û Barzaniyê Nemir de mezin bûye….ji Êla Mîran e.

Xwişka deh(10) kesan, wekû ji mere da xuyanî di biçûkbûna xwe de hestê neteweyî digel wê hebû, dema ku temenê wê 11 sal bû wê karîbû navê xwe tomar bike di nava kar û xebata Kurdayetiyê wekû beşdarî di komên neteweyî û ahengên Cejna Newrozê de kar dikir.

Her wisa di hemî nexşe û alan de berdwam bû. Bi jîr û zanebûna xwe ji hemî leyana ve ta sala 1997an navê xwe qîd kir di nav Partî Demûqratî Kurdistanê Sûrî (PDK-S) wekû Endama Komîsyona jêrîn hate hilbijartin di sala 2013an bi riya berpirsê xwe yê Partiyê Xebatkar navdar Hacî Kalo digel komek endamên ku ji bo perwerdekirina qursek kadroyên siyasî ber bi başûrê Kurdistanê diçin,
piştî perwerdehiya heft (7) mehan ew vedigere Rojavayê Kurdistanê.

Ta sala 2014an piştî derketina şoreşa Sûrî û belavbûna çirûskên wê heya ku gihîşt deverên Kurdan, çalakvan Xensa ji alîyê Pyd ve rastî şîdetê hat û bi birayên xwe re dîsa ber bi başûrê Kurdistanê ve aware bû û bû penaber li Kempa Domîzê.

Piştî ku ew hate Herêma Kurdistanê, wê belgeya xweya Pizîjşkî pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê li Parêzgeha Dihokê kir û rasterast xebata xwe ya dilxwazî ​​û mirovî li kampên awareyên wekî Kempa Xankê û wargeha Şariya meşand.

Ew ji 15-8-2014an ve li ser karê xwe ma dema ku di 3 Tebax 2014an de, çekdarên Dewleta Islamî tenzîma ( Da’iş ) bi êrîşê kirin ser bajarê Şingalê da ku bandora xwe firehtir bike, beramberî karê mirovî û şoreşgerî di 2014-9-15 rewşa Êzîdîyan xera bû.

Rêbernameyek ji serkirdeyekî navdar ê PDK- S stend ku biçe Çiyayê Şengalê da ku alîkariya birayên Êzidî bike û wan wekî Pizijîşkek di beşa alîkariya yekem de derman bike.

Ew di xebata xwe de domdar ma tevlî ku wê gelek tiştên xirab li bi çavên xwe dît û gelek zor û zehmetî jî digel wan berîdaran dikşand, gelek caran wê serê Pêşmergêyên birîndar daniye ser çongên xwe ta ku firoke bi wan ve hetiye.

Wekû Xensa Mîranî bi me da zanîn û xalên girîng yê bi çavên xwe dê gelek pêşmerge li pêşiya çavên wê canê xwe ji destdan kesên birîndar nayên hêjmar ji ber kû Xenssa di qada şer de bû , dibeziya vî alî û wî alî da kû bi erkê xwe yê welatparêzî û Pizîşkî serfiraz rabe.

Herwiha Xanssa di dema hebûna xwe ya li Çiyayê Şengalê de di gelek hevpeyivînên xwe de diyar kir ku wê çu carî ne tisiyaye û her gav xwe serbilind hêz kiriye ji ber ku wê gotina bira ji Hêzên Pêşmerge bihîstiye, lewma ew netirsiyaye, lê berevajî ew pir xemgîn di bû dema ku li ber çavên xwe şehîdbûna Pêşmerge dê wê demê êş kişand. Nêzîk 300 Sed pêşmerge şehîd bûn û zêdetirî 1072 jî bi giranî birîndar bûn, lê yê mayî di xebata xweya mirovî û dilxwazî ​​de li ser bêtirî 96 xalan bi hemî hewildan û dilpakî israr dike, bi vî rengî wê jiyana xwe bi pêşmerge û gelê Şengalê re derbas kir

Dilxwazî û mirovahî û vîna Xensa ji rûbirûbûna Da’işê bihêztir bû û bi biryardariya kesayetiya wê ya mezin û sebra wê ya dirêj, wê birçîbûn û tîbûnê sar û sermayên dijwar derbas kir digel birîn û nalîn û qêrîna Şengalê, her wiha bi serperiştiya wan qehremanê qad û berevaniyê hêzên Pêşmerge û bêtirî sê salan li çiyayê Şingalê li cem şêniyên Êzidî û Hêzên Pêşmerge ma.

Li gorî gotinên şoreşgera rêzdar Xensa Miranî, ew zêdeyî sê mehan Ango (90) rojan di nav birayên xwe yên Êzidî de di navbeyna dorpêçkirî û dijminan de ma û ew her bi hewildan û tekoşîna xwe karê Pizîşkî ber bi gel û Hêzên Pêşmerge ve dike. Bîranîna xwe ya lehengî û ew ji çiyayê Şingalê.

Di wan salan de du(2) caran bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji çiyayê Şengalê hate daketin, carekê wê Serok Barzanî dî û carek jî beşdarî civînek li Parlamentoya Kurdistanê bû.

Keça Rojavayê Kurdistanê Xensa Mîranî ya ku tê binasîn Xwebexş bikarê mirovahiyê bixemiliîne bi cil û bergên Pêşmerge wê demê tê wê wateye ku Keça Kurd şagirta hêja ya ku di Dibistana rêk û rêbaza Barzanî de fêr bûye, şoreşka din di çeperên egîdiyê ava dike li ser şop û rêbaza rêzanê gelê Kurd Fermandar Mesûd Barzanî.

Ji ber xizmet û evîna wê ya li Çiyayê Şengalê bêtirî (100) Zarok binavê wê hatine navkirin û herwiha (30) Caran hatiye xelatkirin ji aliyê Serkerdatiya Partî û Rêkxrawên Cemawerî û Saziyên Leşkerî.

Çar caran (4) Keça Kurd Xensa rûnştiye digel Cenabê Serok Mesûd Barzanî sala -213-2014-217-2019- herwiha, Xenssa Mîranî ne tenê simbola azadiya şoreşa buhara gelan e lê ew nimûniyek ji rehê berxwedana Jina Kurd e di warê hebûnê de ev hestê wê yê cengevanî û dilovanî hîşt ku ew bibe cihê rêzgitin û qedirgirtinê ta deng û basên wê gihîşt li nav Cîhana navneteweyî. Her wiha ji aliyê Serok Barzanî ve navê qehremaniyê lê hatiye kirin.

Heta niha hîn jî berdewam e li ser karê xwe yê Pizîşkî digel Wezareta Tendûristiyê di nav hêzên Pêşmerge de li Mîhwera Mehmûdiyê ya ku tê dinasîn bangiha Xenssa!?

Di wê navendê de xwedî rayedariyek tam e û di heman demê de li ser navê wê mohrekî tenduristiyê heye û hemî erkên xwe bê cûdahî pêk tîne û her wisa amede ye bi şev û roj. Tê zanîn ew yekem jin e di wî warî de wî karî dike ev jî berastî cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ji ber ku Xwişka Xensa karîbû bi tîpên zêrîn navê xwe tomar bike di dîrok û dastana şerê Çiyayê Şengalê de li ser xaka Kurdistana pîroz.

Di dawiyê de, Pizişk û têkoşer Xensa hemî destkeft û serfiraziya xwe diyarî hemî xwişkên xwe, gelê başûrê Kurdistanê û hemû keç û jinên Kurdistanê yên li çar perçên wê dike. Û herweha ew bi tayîbetî hemî qehremanî û serbilindiya xebatên xwe diyarî heval û xebatkar Hecî Kalo dike ji ber ku ew Birayê rêzdar Hacî Kalo sembol û mamosteyê tekoşîna xwe ya bilind dihesibîne.

Herwiha ew hêvî dike ku aştî li hemû cîhanê serdest bibe û ev şer li Rojavayê Kurdistanê û Çiyayê Şengalê bi dawî bibe û ku xelkê Şengalê vegere malên xwe. Merema wê jî ew e ku peyama serok Barzanî di Referendûma Serxwebûna Kurdisanê bi cî were, her weha bi serfirazî ku ew vegere welatê xwe, hêlîna dayikê Rojavayê Kurdistanê ber bi Kurdistaneke azad û serbixwe ve.

EMEL HESEN

___

Peymana Serxwebûna Kurdistanê (Sîver) 10 Tebax 1920

KDC

Agahdarî

kurdish dc

Axiftina serakê nemir 

KDC
KDC

FREE
VIEW