Dadgeheke Almanyayê Cezaya Girtîgehê Li Fermandarekî Berê Yê Îstîxbarata Sûriyeyê Biriye

Dadgeha Bilind a Kobentsê ji bo fermandarekî berê yê îstîxbarata rejîma Sûriyeyê cezayê muebbetê erê kir.

Tora nûçeyan a El-Erebiye ragihand ku Dadgeha Bilind a Kobents a li rojavayê Almanyayê di derbarê sûcdar Enwer Raslanî yê 58 salî ku fermandarekî îstixbarata Sûriyeyê bû dibêje, wî ji ber ku hin kes kuştine û îşkence li girtiyên li Sûriyeyê di navbera salên 2011-2012an de pêk aniye, li Navenda Beşîr bûn ku lêpirsîn li ser sektora Xetîb a Şamê paytexta Sûriyeyê ceza lê hatiye birîn.

Ji bo darizandina Sûriyeyiyên ku beriya niha bi rejîma Sûriyeyê re beşdarî kuştin, zîndanîkirin û îşkencekirina sivîlan bûbûn, dadgehên Almanyayê prensîbên hiqûqê û desthilata dadweriya cîhanê ferz dikin, ku destûr dide dewlet li dijî sûcên mirovahiyê şer bike, bêyî ku tu neteweyan berçav bigire.

Efserê berê yê ewlekarîya taybet ya Sûrîyê bi tawana destdirêjîkirina 58 kesan û êşkencedana 4,000 girtiyan di zîndana Beşa Lêpirsînê de – Beşa 251 ku bi ewlekarîya dewletê – sektora Xetîbê tê naskirin, hatiye cezakirin.

___

Rûniştina li ser vê kursiyê di balafirê de dibe sedema kanserê

KDC

Welatên Ewropî Hêzeke Taybet A Parastinê Ava Dikine

KDC

Talîbanê Hikûmeta Nû Ragihand

KDC
KDC

FREE
VIEW