Romanya: Hejmara penaberên Ûkraynayê mîlyonek tomar kir 

Ji destpêka êrîşa Rûsyayê ya li Ûkraynayê ya dawiya meha Sibatê û vir ve, heta niha zêdeyî mîlyonek Ûkraynayî li Romanyayê hatine qeydkirin

Li gorî Sky News, di destpêka êrîşa Rûsyayê ya li hemberî Ûkraynayê de, li ser sînorê Îsaşa yê Romanyayê Ûkraynayî rojane timî tên welêt û li gorî îstatîstîkên dawî yên ji aliyê rayedarên Romen ve hatin aşkerakirin, mîlyonek penaberên Ûkraynayê li sînorê Îsaşa hatine qeydkirin

Ji ber ku şer dewam dike, tê payîn ku piştî Polonyaya ku Romanya herî zêde herikîna penaberan a Ûkraynayê dorpêç kiriye, koçber zêdetir bibin.

Li gorî îstatîstîkên Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di destpêka êrîşa Rûsyayê ya li Ukraynayê ya 24’ê Çileya 2022’an de bi qasî 4,3 mîlyon Ûkraynayî li derveyî welat hatine koçberkirin û bi qasî 7,1 mîlyon Ûkraynayî jî di hundir de hatine koçberkirin.Heta dawiya salê tê payîn ku hejmara penaberên Ûkraynayî . 

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW