Wezîrê derve yê Iraqê bi serdanekê gehişte Îranê

Peyvdarê wezareta derve ya Iraqî Ehmed Sehaf ragehand, îro sêşemê Dr. Fuad Husên wezîrê derve û şandeke pêre bi serdanekê gehiştine Tarana paytexta Îranê, û biryare ligel serokkomarê wê Ibrahîm Reyîsî û hejmareke berpirsên din ên wî welatî bi civin.

Ehmed Sehaf diyar kir, ku wezîrê derve dê peywendî yên navbera herdû welatan guftûgo bikin bi aliyê Îranî re guftûgo bike, herweha dê dawetnameya serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî bigehîne serokkomarê Îranê, da ku ew jî beşdariyê di kongireya welatên cîran ên Iraqê de bike, ya ku biryar ewe di dawiya vê mehê de li Bexdayê bê lidarxistin.

Tê zanîn, her yek ji şêwirdarê asayîşa netweî ya Iraqî Qasim Arecî, û birêvebirê ofîsa serokwezîran Rayid Cûhî, û serokê fermangeha welatên cîrannên Iraqê ya ser wezareta navxwe Ihsan Ewadî ligel şanda wezîrê derve yê Iraqê ne.

___

Phasellus malesuada felis eget diam pretium, ut hendrerit tortor dapibus.

kurdish dc

Brîtanya : Dîroka karantîna ya ji bo ew kesên ku bi temamî vaksîn wergirtine hate ragihand

KDC

Blowing in the Wind: Jobs in the Wind Industry

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW