Mîchaik Svoboda konsulê Çekya yê li Herêma Kurdistanê,li Pragê li wê şûna ku Mele Mistefa Barzanî wêne girtibû, wî jî wêne girtiye û belav kiriye.
Şêwirmendê Baregeha Barzanî Zikrî Mûsa dibêje; dibe ku ji bo konsulê Çekyayê ev wêne wiha bike ku bêhtir ji welatê hez bike ji ber ku mirovekî mezin ê ji bo gelê xwe jîyaye ji wir derbas bûye.
Her wiha dibêje, ji bo me Kurdan wateyeke wê ya mezin heye ku Barzaniyê Nemir bi koçberî û bi têkoşîn ji bo doza gelê xwe li cîhanê geriyaye.
Destnîşan kir ku wêne xwedî wateyeke kûrtir e, cih heman cih e lê mirovên mezin dîrokê dinivîsînin û wiha dikin ku wateyeke şûnan hebe.

