Tirkiyeyê Nexweşxaneyeke Li Şingalê Bombebaran Kiriye

Firokeyên şer ên dewleta Tirkiyeyê nexweşxaneya gundekî navçeya Şingalê bombebaran kiriye û li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Firokeyên şer ên Tirkiyeyê îro di saet 15.00an de nexweşxaneya gundê Sikênî ya ser bi qezaya Şingalê ve bombebaran kirin e û zanyariyên destpêkê ew in ku mirî û birîndar hene.

Li gor zanyariyan hevwelatiyên deverê xwestine biçin cihê bûyerê û alîkariya birîndaran bikin lê belê firokeyan ew kesên ku dixwestin alîkariya birîndarên li nexweşxaneyê bikin jî bombebaran kiriye.

Her çend ziyanên vê bombebaranê bi fermî nehatibine ragihandin jî lê li gor ku şahid dibêjin, sê caran Şingalê hatiye bombebarankirin û tirs û xof di nav hevwelatiyên vê deverê de çê bûye.

___

Navenda Revenda Kurdistanî IRFAN YILDIRIM li kolnê bi bîranî 

KDC

Hozan Fatê Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Peyama Navenda Revenda Kurd Ji Bo Salvegera Referandûmê

KDC
KDC

FREE
VIEW