Joe Biden Li Ser Dosyeya Pandorayê Axiviye

Serokê Amerîkayê dibêje hikûmeta wî lêkolînan li ser dosyeya Pandorayê dike. Ev gendeliya herî mezin a ku serok û kesayetiyan li cîhanê kiriye ye. Ji bo ku bizanin ka sermayedaran bac ji dewletê dizîne?

Joe Biden serokê Amerîkayê li ser dosyeya Pandorayê ji rojnamevanan re got, Washington niha belgeyên ku bi rojan e ji aliyê (ICIJ) ve li ser wê rêyê ye ku nêzîkî 12 milyon dosyeyan diweşîne. Dewlemendiya bi sedan rêberên sîyasî, milyarder, hunermend û karsazan weşand, da ku wan rêyên sermayedaran ji dayîna bacê ji dewletê dizîne bibînin.

Di belgeyên Yekîtiya Rojnamevanên Navneteweyî (ICIJ) de, ku weke belgeyên Pandora tê naskirin, dosya dewlemendiyê ya 35 serokdewlet û serokwezîran, zêdeyî 300 rayedarên hikûmetê yên weke wezîr, dadger, general û şaredarên ji 90 welatan, tevî dosya dewlemendiyê ya zêdeyî 100 mîlyarderên li gelemperiya cîhanê hene.

Li gor raportê ev serok û kesayetî hinek ji wan di desthilatê de ne û hinek jî ji desthilatê dûr in, lê wan samanên xwe ji mal û milkên xwe yên nihênî li seranserî cîhanê veşartine. Her çiqas hinek kesan bi sedema ewlehiyê mal û milkên xwe aşkere nekiribin jî lê belê di belgeyan de diyar e ku armanca vê pêngavê nedana bacê yan jî kêmkirina bacê bûye.

Di nava lîsteyê de yê herî zêde li pêş in, Şah Ebdullahê Duyem ê Şahê Urdunê, Serokwezîrê berê yê Îngilîstanê Tony Blair, kesên nêzî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokwezîrê Pakîstanê Îmran Xan û Serokwezîrê welatên Çek û Kenyayê û serokkomarê Ekvadorê hene.

___

Tevî peymana Brîtanyayê ya bi Rûanda re, koçber di nava herikînekê de diçin wî welatî

KDC

Yekîtiya Ewropa Wê Cezayan Bide Belarûsê

KDC

Cerdevanên peravê yên Yewnanîstanê bi sedan koçber vegerandin Tirkiyeyê 

KDC
KDC

FREE
VIEW