Çend deqeyan berî niha li mizgefteke bajarê Qendehar a Efxanistanê teqînek rû daye.
Li gor zanyariyên dawî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar jî hene.
Hêjayî gotinê ye ku heta belavkirina vê nûçeyê jî ne diyar e ku kê kiriye û kesî negirtiye ser xwe.