Piştî Serbestberdana Sê Keçan, Îtlaatê Hişyarî Daye Malbatên Wan

Du keçên Ciwanroyî yên ku hefteya borî ji aliyê Hêzên Îstixbaratê ve hatibûn girtin û pişt re hatin berdan lê paşê dubare gazî wan kirin îdareya Îtlaatê ya bajarê Ciwanroyê lê pirsîn hate ser hatine kirin.

Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, Sonya Kerîmî û Perya Fethî yên ku temenê wan 14 sal in, ji aliyê Rêveberiya Îtlaatê ya bajarê Ciwanroyê ve hatine gazîkirin û ji saet 8.00 heta 13.00an di lêpirsînê de bûne.

Gazî endamên malbatên her du kesên 14 salî jî kirine û lêkolîn li ser wan kirine.

Merivekî nêzikî her du keçan ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku Rêveberiya Îtlaatê gef li malbatên Sonya û Perya yên mafê wan ê axaftinê ji medyayê re nîne xwariye û eger agahî werine weşandin wê tedeya giran li wan bê kirin.

Wî di dewama axaftina xwe de ragihand ku Rêvebirîya Îtlaat ê ji ber sedema ku wan piştgiriya partiyeke Kurdistanî kirine û dijayetiya Hikûmeta Îranê kirine ew girtine.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Pasdaran zext li malbata Tara Ehmedî ya keça ku piştî serbestberdanê hewla xwekuştinê daye û ji wan hatiye xwestin ku rola artêşê di girtina her sê kesan de aşkere nekin. Piştî ku ew keç wenda bûn malbatên wan hêzên ewlehiyê hişyar kirine û pişt re jî artêşê ew dîtine û radestî malbatên wan kiriye.

KDC

FREE
VIEW