Jan Dost Li Kurdistanê Xelat Wergirt

Roja Çarşema 20.10.2021an Navenda Rewşenbîriya Mem û Zînê, bi hevkariya Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê, Duyemîn Festîvala Mem Û Zînê bi beşdariya nivîskar û xwendevanên ji çar parçeyên Kurdistanê lidar xist.

Navenda Rewşenbîriya Mem û Zînê di festîvalê de xelatek da nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost. Jan Dost anî ziman, ew gelekî kêfxweş e ku ji destê rêxistineke neteweya xwe xelatek wergirtiye. Festîval bi beşdariya gelek kesayetiyên bi navûdeng birêve çû û guftûgo li ser rewşa ziman û wêjeya Kurdî ya li her çar parçeyan hate kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Parêzgarê Hewlêrê Ûmîd Xoşnaw û Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Dr. Salar Osman jî li festîvalê hazir bûn.

___

Ji Ber Trump, DYA Wê Bi Mîlyon Dolaran Tazmînat Bide Penaberan

KDC

Pîrozbahiya Navenda Revenda Kurd Ji Bo Cejna Cemayê

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî li mosko konfiransekî berfereh li dardixe

KDC
KDC

FREE
VIEW