Nûnerê konfederesyona Rewanda Kurdistanî li Amerîka û Kanada û şêwirmendê bilind ê wezareta derve ya Amerîkayê bo karûbarên Îraqê civiyan

Di berdewamiya çalakiyên nunerê konfedresyona Rewanda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê bo danasîna konfedralîsyonê û balkêşandina ser kêşeyên derbarê Kurdistanê de
Rehîm Reşîdî, ku bi birêz Kurd tê nasîn, ligel Gregory Sullivan, nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkî bo karûbarên Îraqê kom bû

Di civînê de behsa girîngî û girîngiya têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin û endamê desteya birêveberatiya konfedresyona Rewanda Kurdistanî behsa armanc û bernameyên konfedresyona Rewanda Kurdistanî kir û wezareta derve daxwaz ji wan kir daku alîkarî û piştgîriya pêşde birina sîwana Kurdî bikin ku hewl didin tevahiya Kurdên sirgûnkirî bo xizmet kirina doza Kurdistanê kom bikin û hêza her kesî bo pêşde birina doza rewa ya Kurdistanê bikar bînin
Di evê dîdarê de şîretkarê mezinê wezareta derve Gregory Sullivan şadbûna xwe ji bo evê dîdarê da nîşandan û nerînên xwe di bareya evê pirsa han de da nîşandan û behsa peywendîyên navbera Kurdistanê û Amerîka jî kir û ragihandiye, ku divê hemû pîkol ji bo li pêşxistina evan peywendîyan bihên kirin, ji ber ku ew rastîya di berjewendîya herdu alîyan û encamên peywendîyên berê de isbat dike
Hêjayî gotinê ye ku her du aliyan biryar da ku civîn û hevdîtinên xwe yên der barê mijarên hatine nîqaşkirin de berdewam bikin .

KDC

FREE
VIEW