Trump Êdî Ne Di Nav Lîsteya Herî Dewlemendên Amerîkayê De Ye

Serokê berê yê DYAyê Donald Trump ev 25 sal in cara yekem e ku ji lîsteya 400 dewlemendên Amerîkayê derketiye.

Forbes Mediayê lîsteyek amade kiriye û eşkere kiriye ku navê Trump di lîsteyê de nîne û anî ziman ku dewlemendiya Trûmp bi qasî 2,5 mîlyar dolarî ye û ji ber ferqa 400 mîlyon dolarî, pozîsyona xwe ya di lîsteya 400 dewlemendên Amerîkayê de winda kiriye.

Di medyayê de hat ragihandin ku ji ber belavbûna Coronayê, Trump 600 mîlyon dolar winda kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku dema Donald Trump di sala 2016 de wek serok hate hilbijartin, di rêza 156 an de di lîsta 400 dewlemendên Amerîka de cih girtibû lê belê dema ku di sala 2020an de dawî li serokatiya wî hat, daket rêza 339an a lîsteyê.

Rêvebirê sereke yê Amazonê, Jeff Bezos, di rêza yekem de ye bi 201 mîlyar dolar, li dû wî damezrînerê Teslayê ji bo otomobîlên elektrîkê, Elon Musk, di rêza duyemîn de bi 190,5 mîlyar $ û damezrînerê Facebookê Mark Zuckerberg bi 134,5 mîlyar dolar di rêza sêyemîn de cih digire.

KDC

FREE
VIEW