Serokwezîrê Polonyayê: Sînorên Yekîtiya Ewropayê Biparêzin

Serokwezîrê Polonyayê Mathîûs Mûravîtskî projeya gazê ya bi navê ‘North Tornet 2’ rexne kir û bang li Elmanyayê kir ku dest ji vê projeyê berde û ji bo çareserkirina krîza koçberiyê ya li ser sînorê Belarûsê bibe alîkar.

Mûravîtskî got, “Eger ew qala tabloya mezin dikin, bila bi hev re ji bo aştiyê bixebitin û bi dayîna berdêla enerjiyê pereyekî zêde nedin Vladîmîr Pûtîn.”

“Divê North Tornet 2 bê rawestandin.”

Mûravitsky di derbarê kûrbûna krîza sînorê xwe yê bi Belarûsê re xemgîniya xwe anî ziman.

Wî Ewropa hişyar kir ji bo qeyraneke nû ya koçberan eger neyê çareser kirin kêşeya heyî.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi Muravitsky û Serokê Belarûsê Alexander Lukashinko re axivî û dilniyayî da Polonyayê ku Almanya bo qeyrana koçberan alîkariyê bike.

Polonya di nav welatên Ewropaya Rojhilat de ye û dijberê projeya North Toronto 2 ye ku gaza Rûsî ji ser Behra Baltikê re tê şandin bo Almanyayê û got ev proje wê bike ku Ewropa bi temamî xwe bispêre gaza Rûsî.

KDC

FREE
VIEW