Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêya kontrolkirina Corona destnîşan kir

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Thedrus Adhanom Gibrisus got, armanca sereke ya vê rêxistinê di rûbirûbûna Corona de dê heta Îlona 2022’an ji sedî 70 ê nifûsa her welatî derzî bikin.

Li dijî kêmkirina şîyanên mêjî yên nexweşiya Hiv û derûnî û gelek nexweşiyên din, lê ji bo nexweşiya Covid her tişt cûda xuya dike” got. Ev nexweşî dikare bê kontrol kirin.

Bal kişand ser vî tiştî ku ji bo rizgarkirina jiyana mirovan her tiştê ku pêwîst e heye û berdewam kir ; “Armanca me ew e ku em heta Îlona sala bê ji sedî 70 ê nifûsa her welatî derzî bikin. Armanca me ew e ku em bigihîjin asta başbûna cîhanî.

Em dikarin xala dawî ya vê nexweşiyê diyar bikin, divê em bigihên armanca ji sedî 70 ji nifûsê heya meha Îlonê pêwîstiya me bi 11 milyar dermanên vaksînê heye.

Ji bo bidestxistina vê yekê , divê tedbîrên lezgîn bên girtin. Niha krîzeke mezin heye û pêwîstî bi çalakiya lezgîn heye.”

KDC

FREE
VIEW