Bi navê Xwedayê mezin û dilovan..!!

Bi navê Xweda em dest pê bikin û bi hêvî û silavên herî xweş, biwêjên herî xweş em bi bêhna nêrgizê û rengê gulan dinivîsin, û bi çiqilên zeytûnê û keriyên kevokan nîşanên aştîyê ji Navenda Revenda Kurd li derva re dişînin.

Evîna xwediyê projeya doza aştiyê, projeya Serok Mesûd Barzanî
Li ser vê helkefta kêfxweş. Û pêngava pîroz ya lidarxistina konferansa Navenda Revenda Kurd li derve paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr ê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û serokwezîrê wê birêz Mesrûr Barzanî,

Ji bo piştgirîkirina pirojeya Navenda kurdî, kar û xebata gelê me , bi xebata xwe ya netewî, û ji bo avakirina netewperwerekî Kurd ê yekgirtî li dervayî Welat, da ku hemû pêkhateyên civak
neteweya Kurd li çar parçeyên wê li dîaspora û dîasporayê, bi azadî, wekhevî û ewlekarî bi tevahî mafên xwe, ziman û mîrateya xwe bigrin.

Hemî hevgirtin û piştgirî ji bo projeya Navenda Revenda Kurd li derve, Em mil bi mil digihîjin jiyanek xweş û serbilind û sibeyek baştir, bi rûmet, Welatekî azad û serbixwe

Di dawiyê de, bijî Tekoşîna Endamên Navendê yên Tekoşer, herwiha hemû serkeftin û rêzgirtin.

EMEL HESEN .

KDC

FREE
VIEW